406 roj in li Kolana Yuklesê ne, îro jî 6 kes binçav kirin 2017-12-19 14:31:33 ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" li Kolana Yukselê 406 roj e dewam dike, polîsan êrîş kir û 6 kes bi lêdanê binçav kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 286 roj e dewam dike, çalakiya piştgiriyê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" ya li ber Birdariya Mafê Jiyanê hatiye destpêkiri, 406 roj li pey xwe hişt.    Çalakvanên xwestin li ber Birdariya Mafê Jiyanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, li Kuçeya Konurê li hev kom bûn. Polîsan kuçe bi mertal û maşîneya binçavkirinê girt û destûr neda çalakvanan. Çalakvanên xwestin li ber mertalên polîsan daxuyaniyê bidin, polîsan êrîşê wan kir û 6 kes bi lêdanê binçav kirin.