Kedkarên tenduristiyê divê tim bên kontrolkirin 2020-03-29 15:12:47   ANTALYA - Hevseroka Şaxa SES'ê ya Antalyayê Şukran Îçoz, anî ziman ku agahiyên derbarê şewba coronayê de ne zelal in û xwest xebatkarên tenduristiyê tim û tim bên kontrolkirin.    Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Antalyayê Şukran Îçoz, anî ziman ku li bajêr li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê, li Zanîngeha Akdenîz û Nexweşxaneya Medstarê vîrûsa coronayê tê kontrolkirin lê belê nexweşxaneya karantînayê tuneye.    'AGAHÎ TÊN VEŞARTIN'    Îçoz, anî ziman ku li nexweşxaneyan û saziyên tenduirstiyê maske û deenfektan kêm in û bi rihetî nayên peydakirin. Îçoz, destnîşan kir ku divê pêşniyarên TTB'ê esas bên girtin û daxilî nav pêvajoyê bên kirin û got, li bajêr agahî baş nayên parvekirin. Îçoz, diyar kir ku der barê 19 pirsên lezgîn ên TTB'ê de civîn bi Mîdriyeta Tenduristiyê ya Bajêr re çêkirine, lê belê tu bersiv negirtine. Îçoz, got: "Em li bendê ne îqtidar daxuyaniyeke zelal û zanistiyî bide. Agahî tên veşartin. Em û civak dixwazin agahî bi awayekî zelal bên parvekirin. Welatiyên me divê tim û tim destên xwe bi qasî 20 saniyeyî bi av û sabûnê bişon. Ne hewce ne maske û lepikên di dest xwe de bi kar bînin. Divê wan bexşî saziyên tenduritiyê bikin."    'DIVÊ EKÎPMANÊN ŞEXSÎ BÊN DAYÎN'    Îçoz, destnîşan kir ku pêşî divê kedkarên tenduristiyê bên parastin û got, pêşî divê ji bo kedkarên tenduristiyê ekîpmanên parastinê (lepik, maske, pêşmalk, berçav) bên peydakirin. Îçoz, diyar kir ku testa kedkarên tenduristiyê nehatiye kirin û got, divê kedkarên tenduristiyê tim û tim bên kontrolkirin û testa wan bê çêkirin.    JI BO HER KESÎ TEST    Îçoz, bibîr xist ku divê dewlet tevdîran zêde bike û divê kêmasiyên amûr û ekîpmanan ên li saziyên tenduristiyê bên temamkirin û hemû kesên şupa vîrusê di wan de heye bên testkirin. Îçoz, bal kişand ser xetereyên ku xebatkarên tenduristiyê bi wan re rû bi rû dimînin û got: "Heya niha li hemû saziyan agahî tên veşartin. Em Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî ji destpêkê ve ji bo çareserkirina pirsgirêkê têdikoşin. Em tevî endamên xwe hemû pirsgirêkan û daxwazan bi raya giştî re parve dikin. Em ê parve bikin. Em bang li kedkarên tenduristiyê dikin ku em pev re bitêkoşin. Tişta em wenda bikin an jî bi dest bixin tenduristiya me, tenduristiya civakê û pêşeroja me ye."