Ji Wezîrê Tenduristiyê re nameya vekirî şandin: Bila zelal û aşkere be 2020-03-29 15:05:47   ENQERE - TTB'ê ji Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca re nameya vekirî şand û got: “Bila aşkere û zelal be; Bila hekîm der barê encamên testan de heman rojê bêne agahdarkirin. Bila amûrên parastinê kêm neyên hiştin.    Yekîtiya Tabiban a Tirk (TTB), ji Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca re nameyek vekirî şandin. TTB'ê di nameyê de xwest hekîm û xizmetkarên tenduristiyê der barê encamên test û muayeneyan de di henan rojê de bên agahdarkirin û encama testa nexweşan bi xizmetkaran re bê parvekirin. TTB'ê anî ziman ku an encamên testan qet nadin xizmetkarên tenduristiyê, an jî pir dereng didin wan. TTB, diar kir ku ji bo hekiman fêrbûna encama testê bûye karekî zêde û bi stres û wiha got: "Xizmetkarên tenduristiyê ji bo xwe û derdora xwe ji COVID-19’ê biparêzin, divê her tişt zelal û aşkere bê kirin."