Gelê Başûr 2 rojin li qadan in 2017-12-19 14:25:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajaroka Xurmal a Helebce û bajaroka Axceler a Çemçelam jî weke bajar û navçeyên din  ên Başûrê Kurdistanê xwepêşandanan dest pê kir. Duh li Silêmanî jî gel daket qadan û li dijî hikûmetê bertekên xwe anîn ziman.  Li Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî gendelî, sîstema desthilatdariyê, nebûna xizmetgûriyê ji duh ve didomin. Welatiyên li bajaroka Xurmal a Helebce û bajaroka Axceler a Çemçelam jî weke bajar û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê dest bi xwepêşandanê kirin. Li bajaroka Xurmal a Helebce xwepêşandana sereke ya Xurmal û Biyare bi şewitandina tekelan dest pê kir. Di xwepêşandanê de gel dirûşmên "Herin dest ji me berdin, ka pereyê petrolê berpirsên dizan" berz dikin. Gelek hêzên ewlehiyê jî li nêzî cihê xwepêşandanê kom bûne. Li bajaroka Axceler a Çemçelam di êrîşên hêzên ewlehiyê de du xwepêşander birîndar bûn. Rewşa birîndarekî giran e û şandin nexweşxaneya Silêmaniyê. Çalakiyên bajaroka Axceler a Çemçelam didomin.