Li gel rîska şewba vîrûsa corona bi sedan karker bi hevre kar dikin 2020-03-29 13:54:22   SAKARYA - Di şantiyeya Rêya Marmara Bakur de li gel rîska vîrusa corona bi sedan karker bi hevre û di nava hevde kar dikin.    Bi sedan karkerên înşaeta Projeya Rêya Erebeyan a Marmara Bakur, li gel taluke û rîska vîrûsa corana bi hevre kar dikin. Karkerên ri dêya navbera Kurtkoy-Akyazi de kar dikin, tevî rîsk û gefa vîrûsa corona (Kovid-19) di nava hevde dixebitin. Bi sedan karkerên di şantiyeya Fîrmaya înşaetê ya ADR ya taşerona Şîrketa Cengiz-Limakê de kar dikin, di şert û mercên ne tenduristî de kar dikin. Bi hevre  xwarin dixwin û di nava hev de kar dikin.    Karker dîsa li kawîşên 4 kesan neçar in 8 kes bi hevre razên. Karkeran anîn ziman ku ewlehiya canê wan tune ye.