‘Hêj girtîgeh nebûne gorên komî vala bikin’ 2020-03-29 09:22:25   AMED - Malbatên girtiyan xwestin bêyî ku cenaze ji girtîgeha ji girtîgehê derkevin, hemû girtîgehan vala bikin û cezayê girtiyan taloq bikin.    Malbatên girtiyan ji ber talûkeya vîrûsa coronayê roj bi roj fikarên wan zêdetir dibin. Malbatan xwestin hêj girtîgeh nebûne gorên komî hemû girtî bêne berdan. Bavê girtî Mehmet Hayme yê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê û Îbrahîm Hayme yê ku di Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimînin, Şafî Hayme diyar kir ku rayedarên Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê ji lawê wî re gotiye 'Êdî pereyê ku malbat bi riya postexaneyê bişîne qedexeye' û wiha got: “Rayedarên girtîgehê ji lawê min re gotine divê malbat ji bo pere şandinê bi rêveberiya girtîgehê re biaxivin. Hêj ji cenaze ji girtîgehan derneketiye divê rayedar rojek berî rojekê gavekê biavêjin. Gelek dewletan girtî berdan. Em dixwazin Tirkiyê jî hemû girtiyan berdin. Em ji bo herkesê edaletê dixwazin. Hinek girtîyan berdin û hinekan bernedin bê hiqûqî ye. Em bi fikar in.”    ‘BES KEZEBA DAYIKA BIŞEWITÎNIN’   Dayika Ramazan Yilmaz ê ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne Sebrîze Yilmaz jî diyar kir ku lawê wê nexweş e û sê caran anjiyo bûye û wiha got: “Em naxwazin girtî li pişt deriyan rastî îşkenceyê bên. Deriyê zindanan vekin. Êdî bes kezeba dayika bişewitînin. Bang li Wezîrê Dadê û Serokkomar dikim ku hemû girtiyan berdin.”   ‘GARDIYAN Û ESKER BÊ TEDBÎR TEVDIGERIN’   Dayika girtî Umît Ozkan ê ku di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de dimîne Umuhan Ozkan jî, destnîşan kir ku tedbîra girtine ziyaret li malbatan qedexe kirine û wiha got: “Di demekî nezîk de 40-50 gardiyan û esker li odeyên girtiyan lêgerîn pêk aniye. Ev rewş di vê pêvajoyê de rewşa girtiyan xetertir dike. Li her derê qala giringiya durahiyê dikin lê li girtîgehan ev tişt nayê kirin. Ji derveyî vê gardiyanên ku ji derve diçin girtîgehê û esker bê tedbîr dikevin odeyên girtiyan. Ev rewş me malbata du qatî dixe nav fikaran.” Ozkan, da zanîn ku dezenfektanan bi biha didin girtiya û wiha axivî: “Rûpoş û lepik di kantînê de nînin. Odeyên wan jî nehatine dezenfekte kirin ji ber vê meseleyê muhatab jî nabînin. Gelek girtîyên ku nexweşiyên kronîk bi wan re heyî hene.”   ‘CEZAYÊ GIRTIYA TALOQ BIKIN'   Ozkan, dest nîşan kir kurê wê û hevalên odeya wî vejeteryanin, xwarinên girtîgehê ji aliyê vîtamînê ve kêm in û wiha berdewam kir: “Kurê min û hevalê xwe ji bo xwarinan daxwazname dane rêveberiya girtîgehê lê tu bersiv negirtine. Berî ku girtîgeh bibin gorên komî vala bikin. Cezayên wan paş bixin an jî bi kelepçeya elektronîk ceza bikin. Bila li malên xwe di nava ewlehiyê de bin.”