Qeyûm çawa hat vebijêrka 'kurdî' ya malpera Şaredariya Êlihê jê bir 2020-03-29 09:05:21     ÊLIH – Qeyûmê tayinî Şaredariya Êlihê hat kirin ewilî ji malpera webê ya şaredariyê vebijêrka kurdî jê bir.   Di 23'yê Adarê de Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayinî Şaredariya Êlihê kir. Qeyûm çawa hat ser şaredariyê ewilî ji malpera webê ya şaredariyê vebijêrka kurdî jê bir.    Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, li dijî avahiyên qaçax rabûbûn û gotibûn ew ê pêşeroja bajêr radestî destê çar pênc muteahîdan nekin. Lê belê bi hatina qeyûm re careke din dest bi avahiyên qaçax hat kirin.    Demir, got: "Piştî em hatin binçavkirin, qeyûm pankartên me yên li ser avahiyên bêhesin, bêçîmento, bêstûn û rizandî rakir û dest bi karê înşeatê ir. ev yek jî nîşan dide ku wê qeyûm bibe sedema texrîbatên çawa. Piştî em ji peywirê hatin girtin demildest dest bi çêkirina avahiyên qaçax hat kirin. Ev yek jî nîşan dide ku bê hesab û kitabên wan çawa ye. Qeyûm û muteahîd di şevekê de li ser çi li hev kirine gelo?"    KURDÎ JÊ BIR    Her wiha çawa qeyûm hat ser şaredariyê ewilî berê xwe da kurdî û ji malpera webê ya şaredariyê vebijêrka kurdî jê bir. Ligel vê gelek nûçe û daneyên di malpera şaredariyê de jî jê birine û agahiyên der barê hevşaredaran de jî jê birine. Qeyûm ji dêvla vebêjirka kurdî, vebijêrka "Maseya Spî" li malperê zêde kir û nivîsên kurdî giş jê birin.    Her wiha piştî tayinkirina qeyûm hesabê şaredariyê yê twîtterê jî hemû hat paqijkirin. Ligel vê tişt balê dikişîne jî hesabê şaredariyê, ketiye şopa @Guctoy1 ku xuyaye hesabekî trol e.