Pirsgirêka mezin a kedkarên tenduristiyê kêmbûna maske û lepikan e 2020-03-29 09:04:50   KOCAELÎ - Serokê Şaxa SES'ê ya Kocaeliyê Mûrat Harata, diyar kir ku di têkoşîna li dijî vîrûsa coronayê de kedkarên tenduristiyê di warê maske û lepikan de zehmetiy dikişînin û got, demildest divê wezaret vê pirsgirêkê hel bike.    Serokê Şaxa Sendîkaya Xizeta Tenduristî û Civakî (SES) a Koacaeliyê Mûrat Harata bal kişand ser tevdîrên li dijî vîrûsa coronayê (Covîd-19) û tevdîrên ji bo kedkarên tenduristiyê. Harata, anî ziman ku li nexweşxaneyên bajêr pirsgirêka mezin di warê ekîpmana parastinê de ye.    Harata, destnîşan kir ku ji ber vê rewşê mudaxilekirina nexweşan bi derengî dikeve û got: "Hema bêje tevahiya kedkarên tenduristiyê xwedî zarok in û xizmên wan ên extiyar hene. Fikara wan ew e ku vê vîrûsa li nexweşxaneyan bi xwe re bibin malê. Divê demildest pirsgirêka tenduristkaran a ji bo maske û lepikan bê helkirin."    Her wiha Harata gotinên Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî rexne kirin ku Koca gotibû, "Bira her kes OHAL'a xwe îlan bike." Harata, got: "Bi gotinê nabe. Mirov mecbûr in bixebitin. Mecbûr in derkevin. Ên dertên derve jî îhtimaleke mezin e ku pêkeve. Bandora vê ya li tenduristiyê jî wê bibe sebeba xizmeteke mezin. Ji bo ev daxwaza ji bo xizmetê pêk bê pêdivî hem bi ekîpmanê hem jî bi hejmareke mezin heye."    ‘NEBÊJIN TIŞTEK BI MIN NAYÊ'    Harata, bal kişand ser rewşa kedkarên tenduristiyê yên bi KHK'yan hatine îxrackirin û got: "Ji bo kedkarên tenduristiyê yên bi KHK'yan hatine îxrackirin vegerin ser karê xwe ji roja roj de em têdikoşin. Di vê serdemê de em daxwazên xwe yên di vî warî de hîn bêtir bilêv dikin."    Harata, ji bo têkoşîna li dijî vê şewbê jî got: "Divê em tebîetên xwe yên jiyanê biguherînin, çandeke nû ya jiyanê ava bikin. Divê her kes li ser liv û tevgerên xwe hûr bibe û nebêje 'tiştek bi min nayê'. Dibe neyê serê we, lê dibe ku hûn xizmekî xwe pê bixin. Em behsa nexweşîneke vegir dikin. Em ji bo paqijiya xwe ya şexsî baldar bin û mesafeya civakî esas bigirin."