Serlêdana ji bo berdana Alinak a ji bo vîrûsa coronayê hat redkirin! 2020-03-29 09:02:54     QERS - Parêzer Bişar Alinak ji ber vîrûsa coronayê serî li dadgehê da ku muwekîlê wî siyasetmedarê kurd Mahmût Alinakö (68) gelek nexweşînên wî yên kronîk hene bê berdan, lê belê dadgehê bi hinceta "dibe ku bireve" serlêdana wî red kir. Parêzer Bişar Alinak, got: "Bavê min ji faşîzma Evren û ji torosvanên spî yên Agar nereviya îjar wê niha bireve?"    Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak ê 68 salî di 17'ê Sibatê de li Qersê hatibû girtin. Parêzerê wî ji ber vîrûsa coronayê ku her diçe berbelav dibe ji bo berdana muwekîlê xwe serî li dadgehê da, lê belê dadgehê serlêdana wî red kir. Parêzer Bişar Alinak ji bo muwekîlê xwe di 18'ê Adarê de serî li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Qersê da û ji ber ku nexweşînên kronîk ên muwekîlê wî hene xwest bê berdan. Lê belê dadgehê bi hincta "dibe ku bireve" serlêdana wî red kir.   Kurê Alinak Parêzer Bişar Alinak ku parêzerê bavê xwe got: "Ji ber ku bavê min di grûba rîskê ya vîrûsa coronayê de ye ji bo bê berdan me serlêdan kir, lê hat redkirin. Hikûmeta ku 17 sal in îqtidar e, welat bi çovê girtîgehan bi rê ve dibe. Bi tirsê dixwaze bandorê li derûniya civakê bike û baş dizane ji xeynî polîtîkayên tirsê ê nikaribe hebûna xw ebidomîne. Loma niha girtîgeh bi nivîskar, siyasetmedaran tije kirine. Di serdemeke ku bawerî bi darazê nayê de şaş e ku mirov li benda biryareke hiqûqî be."    JI EVREN, JI ÇÎLLER NEREVIYA ÎJAR...   Alinak, hinceta dozgeriyê ku gotiye "dibe ku bireve" nirxand: "Mahmût Alinak 10 caran hatiye girtin. Kengî reviyaye ku niha ji ber îdianameyeke pûç bireve! Bavê min, di darbeya 80'yî de ji ber faşîzma Kenan Evren û dîktayê wî, paşê ji ber Demîrel, Tansû Çîller û ji ber torosên spî yên Agar nereviya îjar ê niha bireve? Gava di danişînê de helwesta bavê min bibînin wê fêm bikin ku çi qas ji çîzê derketine. Dixwazin kesên difikirin, dinivîsin û têdikoşin di bin navê terorê de bi awayekî bêqanûnî di girtîgehan de bidin windakirin û jibîkirin. Lê bêfêde ye! Bîra gelê kurd xurt e û wê vê yekê qet ji bîr neke."    Alinak, anî ku di vê pêvajoya ku vîrûsa coronayê berbelav bûye û bandor li seranserê cîhanê kiriye de nevalakirina girtîgehan tê wateya "kuştina mirovan" û got: "Em xizmên girtiyan, bifikar in û xemgîn in. Wê têkoşîna me ya ji bo mafê me yê jiyanê bidome. Ew çiqas xirab bin em ê jî ew qas baş bin."