Şaredariya Silopiyayê malbatên rewşa wan aborî nebaş in tespît dike 2020-03-29 09:01:09   ŞIRNEX - Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, ji ber vîrûsa coronayê bang li gel kir ku li mal bimînin û got, ji bo qedexeya derketina derve ya muhtemel malbatên rewşa wan a aborî nebaş tespît kirine.    Ji ber vîrûsa coronayê (Covîd-19) her roj li cîhanê bi hezaran mirov dimirin. Her wiha her diçe hejmara kesên tên karantînakirin jî zêde dibe û ji ber vê nexweşxane tije bûne. Ji bo tevdîrgirtinan jî bang li ser bangê tê kirin. Şaredariya Silopiyayê jî tim gazî gel dike ku tevdîrên xwe bigirin û ji bo vê jî bênavber bajêr dezenfekte dike.    XEBATÊN DEZENFEKTEKIRINÊ DIDOMIN    Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan jî bang li welatiyan kir ku ji malê dernekevin. Fîdan, diyar kir ku deverên qelebalix, îbadetxane, parkan her roj dezenfekte dikin. Fîdan, anî ziman ku gava kargeh bixwazin kargehan jî û avahiyên cemaweriyê jî dezenfekte dikin.    Fîdan, diyar kir ku maseyeke krîzê ava kirine û hewl didin bi vî awayî pirsgirêkan çareser bikin. Fîdan, got: "Me lîsteya kesên di ser 65 salan re û nexweşînên wan ê kronîk hene û malbatên rewşa wan î aborî nebaş in tespît kirine. Ji bo qedexeya derketina derve me li her taxê komîsyonine 3 kesî ava kirine û tevdîr girtine. Her wiha me destûra xebatkarên xwe yên nexweşînên wan ên kronîk hene da."    Fîdan, bang li welatiyan kir ku ji malên xwe dernekevin û got: "Rêya parastina ji vîrûsa coronayê xweparastin û parastina derdorê ye. Ev vîrûs zû berbelav dibe. Wezareta Tenduristiyê û rêxistinên tenduristiyê diyar dikin ku hê ji bo vîrûsê çareyek nehatiye dîtin. Çareya vê, xweparastin û parastina derdorê ye. Heta ne hewce be divê em ji malê dernekevin. Divê em ji bo xwe û hezkiriyên xwe dernekevin û li gor 14 pîvanên hatine diyarkirin tev bigerin. Gava ev bên kirin em ê bi hev re ji derheqê vê pêvajoya zor û zehmet derkevin."