ROJEVA 29'Ê ADARA 2020'AN 2020-03-29 09:00:05   * Hevberdevka HDK'ê ya Stenbolê Gurbet Aydogan, tayînkirina qeyûman a 8 şaredariyên HDP’ê bi tundî rexne kir û anî ziman ku di vê pêvajoya ku şewba vîrûsê belav dibe tayinkirina qeyûman firsendparêzî û hiqûqa dijminatiyê ye. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Avci jî helwesta CHP'ê û partiyên din a li hemberî tayînkirina qeyûman rexne kir.    * Hevseroka Şaxa SES'ê ya Antalyayê Şukran Îçoz, anî ziman ku agahiyên derbarê şewba coronayê de ne zelal in û xwest xebatkarên tenduristiyê tim û tim bên kontrolkirin.    * Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, ji ber vîrûsa coronayê bang li gel kir ku li mal bimînin û got, ji bo qedexeya derketina derve ya muhtemel malbatên rewşa wan a aborî nebaş tespît kirine.    * Parêzer Bişar Alinak ji ber vîrûsa coronayê serî li dadgehê da ku muwekîlê wî siyasetmedarê kurd Mahmût Alinakö (68) gelek nexweşînên wî yên kronîk hene bê berdan, lê belê dadgehê bi hinceta "dibe ku bireve" serlêdana wî red kir. Parêzer Bişar Alinak, got: "Bavê min ji faşîzma Evren û ji torosvanên spî yên Agar nereviya îjar wê niha bireve?"    * DEDAŞ'ê bi hinceta "deyn" dest danî ser desteka cotkaran a ji bo mazot, gubre û tovan. Cotkar Mazlûm Esen, derpêş kir ku DEDAŞ'ê dest daniye ser destekin cotkarên deyndar û nedeyndar tev de.    * Esnafên Mêrsînê, ji bo pakêta "Mertala Îstikarê ya Aborî" ku Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan aşkere kiribû diyar kirin ku pakêt ji bi şîrketên mezin e û gotin: "Dibêjin di mal de bimînin, lê hikûmet ji bo me tiştekî nake."    * Serokê Şaxa SES'ê ya Kocaeliyê Mûrat Harata, diyar kir ku di têkoşîna li dijî vîrûsa coronayê de kedkarên tenduristiyê di warê maske û lepikan de zehmetiy dikişînin û got, demildest divê wezaret vê pirsgirêkê hel bike.    * Hevsokê Şaxa OHD'ê ya Îzmirê Prz. Mazlum Demirbag, bal kişand ser naveroka Pakêta 3'emîn a Darazê ya înfazê û anî ziman ku dûrxistina girtiyên siyasî ya pakêta darazê li dijî pîvan û rêgezên wekheviyê ya Destûra Bingehîn e û xwest zagon ji bo girtiyên siyasî jî derbasdar be.    * Qeyûmê tayinî Şaredariya Êlihê hat kirin ewilî ji malpera webê ya şaredariyê vebijêrka kurdî jê bir.   * Malbatên girtiyan xwestin bêyî ku cenaze ji girtîgeha ji girtîgehê derkevin, hemû girtîgehan vala bikin û cezayê girtiyan taloq bikin.