Heskîfa nû di bin avê de ma 2020-03-29 08:53:40   ÊLIH - Wargeha Heskîfa Nû ya ji ber bendava Ilisû di bin avê de mabû, ji ber barana zêde dîsa di bin avê de ma.    Wargeha Heskîfa Nû ya ji ber bendava Ilisû carekê di bin avê de mabû, her ku baran dibare dîsa di bin avê de dimîne. Şevê din piştî baran zêde bariya, Heskifa Nû dîsa di bin avê de ma. Bi barana zêde lehiya ji aliyê Çiyayê Ramanê hat Heskifa Nû da ber xwe. Ji ber ku wargeha Heskîfa Nû li ser rêya ava diçe Çemê Dicleyê hatiye avakirin her ku baran dibare û lehî radibe, warê nû di bin avê de dimîne. Bi barîna baranê gelek avahî di bin avê de man.