Li Amedê avahiyeke din kirin qarantînayê 2020-03-28 16:41:47   AMED – Li Amedê, malbateke 3 kesî ku bi gumana vîrûsa koronaye rakirin nexweşxaneyê, ji ber ku testa wan pozîtîf derket, avahiya ku lê diman bi tevahî kirin bin qarantînayê.   Li navçeya Peyasê ya Amedê, li avahiyeke ser rêya Rihayê ferdên malbateke 3 kesî ku li avahiyê dergevanî dikirin, duh bi gumana vîrûsa koronayê rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê. Li nexweşxaneyê testên ferdên malbatê pozîtîf derketibûn û avahiya ku lê diman kiribûn bin qarantînayê. Îro jî avahiyeke din a li heman sîteyê ku têkiliya malbatê pê re çêbûye kirin bin qarantînayê. Komên dezenfekteyê li avahiyê xebatên dezenfekteyê kirin û şêniyên avahiyê ji bo derneketine derve hişyar kirin. Hat hînbûn ku ferdên malbatê yên rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê yek ji wan nexweşiya wî ya şekir û dil heye û rewşa wî giran e.