Salek e dermanê girtiyê nexweş Keleş nadin wî 2020-03-28 15:14:33 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, bi sedema talûkeya şewba vîrûsê vê hefteyê jî çalakiya xwe li ser hesabê medya civakî bi awayekî zindî li dar xistin. Endamê Komîsyonê diyar kirin ku salek e dermanê girtiyê nexweş Selamî Keleş nadin wî.  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş her hefte çalakiyên "Runiştina F" li dar dixin. Endamên komîsyonê ku 418 hefte ye çalakiyê li dar dixin. di 2 hefteyên dawî de ji ber vîrûsa corona li ser hesabê medya civakî daxuyaniyê didin. Komîsyonê vê hefteyê slayta ku balêdi dikişîne ser rewşa girtiyên nexwex parve kir. Komîsyonê di slaytê de bal kişand ser rewşa Selamî Keleş ê li Girtîgeha tîpa T a Duzceşê re girtî ye. Komîsyonê anî ziman ku salek e dermanê Selami Keleş nadin wî û ji ber tedbîr li girtîgehan nayê girtin rewşa girtiyan di xetereyê de ne. Komîsyonê destnîşan kir ku bi taybetî girtiyên temenê wan di ser 60 salî re di bin rîskek mezin dene. Komîsyonê anî zimanku Selami Keleş di sala 2011'an de hat girtin û şanrdin Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê û ji wir jî şandin Girtîgeha Zonguldakê. Komîsyonê da zanîn ku piştî Keleş li vri krîza dil derbas kir, ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê û 5 salin li vir tên girtin. Komîsyonê da zanîn ku pirsgirêkên Keleş li Duzceyê bêtir giran bûne û xwest Keleş û hemû girtiyên din bên berdan û li derve bên dermankirin.