Garît: Ez di lêgerîna heqîqetê de me 2017-12-19 13:30:02 STENBOL - Danaşîna 3 akademîsyenên gotin "Em ê nebin hevkarê vî sûcî" hat dîtin. Ji Zanîngeha Yuzuncu Yillê ya Wanê Saharo Îbrahîm Garît di parastina xwe de ev tişt got: "Ez wekî akademîsyenekî di lêgerîna edaletê deme." Akademîsyenên gotin "Em ê nebin hevkarê vî sûcî" û îmzeya xwe avêtin bin danezanê, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kirine" doz li wan hat vekirin û danaşîna 3 akademîsyenan hat dîtin. Dozên li 36'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin, ji Zanîngeha Yildiz Teknîkê (YTU) Canay Şahîn û ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) yê Emîn alper derketin pêşberî dozger. Rûniştina destpêkê bi danasîna nasnameya Alper dest pê kir.   Parêzerê Alper, Alî Soydan da zanîn ku li gorî isûl û esasên danişînê itirazên wan heye û wiha got: "Ji bo vê me dosyayeke daxwazan teslîmê dadgehê kir, her wiha ji ber ku îdianame nû gihişt ber destê me em ê parastinê nekin. Divê dem ji bo me bê dayîn." Li ser vê dadgehê doz taloqî 19'ê Nîsana 2018'an kir.   Piştî Alper doza Şahîn dest pê kir û parêzerê Şahîn aşkera kir ku hêj îdianame negihiştiye ber destê wan û ji bo parastinê dem xwest. Parêzera Şahîn Hulya Gulbahar ev titş got: "Beyî ku parastin bê kirin jî biryara beraetê dikare bê dayîn û divê miwekîlê min demil dest serbest bê berdan." Dadgehê doz taloqî 19'ê Nîsana 2018'an kir.   GARÎT: EZ DI LÊGERÎNA HEQÎQETÊ DE ME   Saharo Îbrahîm Garît jî li 32'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derket pêşberî dozger. Garîn li vir parastinek kin kir û ev tişt got: "Ez wekî akademîsyenekî di lêgerîna heqîqetê de me. Qedexe li dijî demokrasiyê asteng e û di heman demê de civakê jî paşve dihêle. Banga me ne ji bo şidetê bi pêş bixe, berovajiyê wê banga ji bo aştiyê bû."   Li ser daxwaza demê ya parêzeran, dadgehê doz taloqî 23'yê Sibata 2018'an kir.