Rêveberiya Xweser: Em ê hemû pêwîstiyên tenduristiyê yên Mexmûrê pêk bînin 2020-03-28 13:32:11 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser banga Meclisa Gel a Kampa Rustem Cûdî ya Mexmûrê, daxuyanî da û diyar kir ku amade ne hemû pêdiviyên tenduristiyê pêşwazî bikin.    Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, li ser banga Meclîsa Gel a Mexmûrê daxuyanî da û wiha got: "Em ê banga Meclisa Gel a Kampa Mexmûrê pêk bînin û em ê hemû pêwîstiyên tendurisdtiyê ku li ber destê me ne ji şêniyên kampa Mexmûrê, bişînin. Ji ber ku ev erkeke mirovî ye dikeve ser milên me."   Bêrîvan, diyar kir ku wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew amade ne ku alîkariya hemû herêmên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, bikin. Meclisa Gel a kampa Rustem Cûdî (Mexmûr) a herêma Kurdistanê peyamek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandibû û xwestibû ku destekê bidin wan da ku pêşiya belavbûna vîrusa Koronayê bigirin. Di demekê de ku kamp hatiye dorpêçkirin û pêwîstiyên tenduristiyê bi zehmetî peyda dibin. Hikumeta herêma Kurdistanê Kampa Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku nêzî 12 hezar kes lê dimînin, dorpêç kiriye. Duh hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bang li hikumeta herêma Kurdistanê kiribû ku dorpêça li ser kampê, rake.