THY dê tenê seferên 14 bajarên mezin bike 2020-03-28 12:11:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûrê Giştî yê Rêyên Hewayî ya Tirk Bîlal Ekşî, diyar kir ku ji ber vîrûsa corona dê tenê seferên 14 bajarên mezin bikin.    Midûrê Giştî yê Rêyên Hewayî ya Tirk Bîlal Ekşî, li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber vîrûsa corona dê tenê sefera 14 bajarên mezin bikin. Ekşî anî ziman ku ji ber vîrûsa corona dê di navbera 14 bajarên mezin de seferan bike. Bajarên ku sefer di navbera wan de bê kirin wiha ne: Stenbol, Enqere, Samsun, Trabzon, Erzirom, Wan, Amed, Meletî, Dîlok, Qeyserî, Konya, Edene, Antalya û Îzmîr.