Komîsyona penaberan: Penaber di bin gefên vîrûsa corona de ne 2020-03-28 12:10:49 ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP'ê Gulsum Agaoglu, bal kişand ser rewşa penaberan û xwest hemû penaber di kontrola tenduristiyê re bên derbaskirin û bêne parastin.    Hevberdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulsum Agaoglu, bal kişand ser talûkeya vîrûsa corona ya li ser penaberan. Agaoglu, têkildarî rewşa penaberan daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Divê hemû penaber ên bi qeyd û bê qeyd bê şert û merc hemû di kontrola tenduristiyê re bên derbaskirin. Divê di aliyê tenduristiyê de bêne parastin. Herî zêde penaber dikevin bin bandora vîrûsa corona. Herî zêde ew di bin rîskê de ne. Ji ber ku derfetên wan ên xwe parastinêtune ye."    Agaoglu ji bo tedbîr bên girtin ev daxwaz anî ziman: "Divê hemû penaberên bi qeyd û bêqeyd bê şert û merc ji xizmeta tenduristiyê sûdê bigirin.  Divê xizmeta tenduristiyê ya pir zimanî bê dayîn. Divê cudakarî nexin nava wan.  Li aliyekî banga "Li mal bimîne" tê kirin, li aliyê din mala penaberan tune. Divê şertên malê ji penaberan re bê avakirin. Penaber komî bi hevre dijîn. Rîska Covid-19'ê li wan belav bibe zêde ye. Divê bi lez di kontrola testa vîrûsê re bêne derbas kirin. Divê bi lez malzemeyên paqijiyê li şêniyên kampên penaberan bêne belavkirin. Penaberên ku kargeriyê wan hatin girtin û betal mane divê bil ez pêdiviyên wan bêne temînkirin. Penaberên li ser sînorê Edîrne radiwestin, divê rayedarên dewletê pêdiviyê wan temîn bike û wan li cihekî guncav bi cih bike. Ji bo penaberên li otogarên Esenlerê dimînin divê bilêtê wan bêne temînkirin. Divê ji bo zarokên bê kes û bê mal şert û mercê jiyanê ji wan re bê avakirin."