Nûçegîhanên me yên tehliye bûn: Heke vîrûs derbasî girtîgehan bibe dê komkujî pêk we re 2020-03-28 12:09:40 STENBOL – Nûçegîhanên me Sadik Topaloglû û Sadiye Eser, ji bo vîrusa koronayê ku bi lez li Cîhanê belav dibe gotin ku li girtîgehan tecrîd heye, tevdîr tunene û bi derbasbûna girtîgehan re dê komkujî pêk we re. Nûçegîhanên me Sadik Topaloglû û Sadiye Eser ku li ser îfadeyên şahidê aşkera bi angaşta “endamtiya rêxistinên” hatibûn girtin, piştî girtina xwe ya 4 meh û nîcvan, di daneşîna yekemîn a doza xwe de bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Nûçegihanan destnîşan kir ku ji binçavkirina xwe heta pêvajoya girtina xwe bi neheqiyan re ru bi rû mane û gotin ku li ser îfadeyên şahidên nepen-aşkera bi hezaran kes girtî ne.   FERZKIRINA LKÊGERÎNA TAZÎ   Sadik Topaloglû, diyar kir ku doznameya ku derbarê wan de hatiye amadekirin rewşa niha ya Tirkiyeyê radixe ber çavan û wiha got: “Dozname ji hiqûqê dûr têje sûcdariyên bê delîl bû. Binçavkirina me jî weke ku bi operasyoneke taybet pêk hatibe hatiye nîşandan. Dema hatim girtin min destpêkê birin Girtîgeha Metrîsê. Li vir lêgerîna tazî li min ferz kirin. Li girtîgehê min birin kogûşek pir gemarî. Dema min ev yek îttîraz kir, piştre min birin kogûşek hê jê gemarîtir. Piştre min birin Girtîgeha Sîlîvriyê.”   ‘ÇAPEMENÎ BÛYE DENGÊ ŞER’   Topaloglû, piştî vegotina dema binçavkirina xwe bal kişand ser rewşa çapameniya li Tirkiyeyê û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Em bi çapameniyeke dengê şer re rû bi rû ne. Ev çapamenî bi temamî ji aliyê desthilatê ve tê birêvebirin. Ji ber vê sedemê li ciheke mîna girtîgehê mirov ji bilî çapameniya alîgir ji çapameniya muxalîf re îzole kiriye. Bêyî ku tu hincet bê nîşandan têketina Rojnameya Yenî Yaşamê ya girtîgehê qedexe ye. Me bi rûberîkirina rojnameyeke rojek berê ya îro hin tiştan derdixist. Rastiya vê yekê jî tê nîqaşkirin. Hebûna çapameniya muxalîf a li girtîgehan bi tavahî hatiye qedexekirin.”   ‘BINPÊKIRIN GELEK ZÊDE YE’   Di berdewama axaftina xwe de Topaloglû destnîşan kir ku binpêkirin bi awayekî zêde li girtîgehan berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Destpêkê tenduristiya girtiyan tê paşguhkirin. Li girtîgeha ku 10 hezar girtî lê hene, tenê revîrek û nexeşxaneyeke kampusê heye. Nexweşxane ne nexweşxaneyeke baş e. Tenê bijîjkek li nexweşxaneyê heye û neçare li 10 hezar girtiyan binêre. Rêveberiya girtîgehê nahêle girtî derkevin revîrê. Weke hincet jî hejmara zêde ya girtiyan nîşan didin.”   2 GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ TÊN KIRIN’   Topaloglû, têkildarî rewşa girtiyên nexweş jî axivî û diyar kir ku bi tu awayî tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin û ev tişt anî ziman: “Girtiyên ku bi nexweşiya pênçeşêrê û felç ketine û nikarin bimeşin hene. Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Nexweşxane ji bo wan bûne dardest. Di demeke ku vîrûsa koronayê belav dibe de ev rewş ji bo girtîyan tê wateya komkujiyê.” keremkeMesaj yazın   ‘EWLEHIYA CANÊ GIRTIYAN NÎNE’   Topaloglû da zanîn ku Girtîgeha Silîvrî wek bajarekî ye û got: “10 hezar însan li vî bajarî dijî. 30-40 kes di odeyên 120 metrekareyî de dijîn. Piştî şewb belav bû ji 10 rojan carek ode dihatin dezenfektekirin. Wek din tevdîrek din nehatiye girtin. Gardiyan tim dikevin qawîşan û derdikevin. Sibeh û êvarê li qawîşan lêgerîn pêk tînin. Girtî bi xwe tevdîrên xwe digirin. Her roj ji girtîgeha servekirî xwarin tê. Her tim kantîn vekirîne. Çawa pêşî li vê digirin? Niha şewb li wir tune bû. Lê heke li wir belav bibe dê hemû girtî pê bikevin. Ev jî tê wateya pêkanîna komkujiyek komî. Bifikirin 20 însan bi vîrûsê dikevin, ka wê ev însan li ku bên karantînekirin? Ji ber vê yekê ewlehiya canê girtiyan nîne. Bi kurtasî dikarim bêjim ku tevdîr tune ne tecrîd heye.”    DÊ LI SER RÊYA HEQÎQETÊ BIDOMÎNE    Topaloglû bal kişand ser rewşa rojnamegerên girtî û got: “Gelek hevalên me rojnameger girtî ne. Bi hezaran însan ji ber azadiya fikr û raman girtî ne. Rast e, em îro hatin berdan lê beriya bi demek kurt hevalên me Mehmet Ferhat Çelîk û Aydin Keser ên rojnameger hatin girtin. Ez hêvîdarim wê hemû hevalên rojnameger demildest werin berdan. Wê ji niha şûn ve jî pênûsa me her tim heqîqetê binivisîne û wê alîgirê heqîqetê be. Em ê nivîsandina vê heqîqetê berdewam bikin.”    ‘ÎDIANAME PÛÇ BÛ’    Nûçegihana me Sadiye Eser jî da zanîn ku îdianame li dijî rastiyan hatibû amadekirin û ji bo vê yekê jî ne hewce ye mirov dadger, dozger û parêzer bin. Eser got îdianame bi tiştên pûç û derew hatibû tijekirin.    ‘DIXWAZIN DENGÊ ME QÛT BIKIN’    Eser anî ziman ku sedema girtina wan ji ber nûçeyên nivîsandine û got: “Em bi awayekî wan aciz dikin. Em rastiyan derdixin holê. Ji ber vê yekê jî ji me aciz in. Bi hêncetên bêbinî me girtin. Hemû hevalên rojnameger bi vî awayî digirin. Dixwazin dengê rastî û heqîqetê bibirin. Lê wê vê yekê pêk neynin. Destûr nadin rojname ango weşanên heqîqetê vedibêjin bên girtîgehê. Hebûna çapemeniya azad qebûl nakin. Dest datînin ser weşanên kurdî û radyoyan. Girtiyan dixin nava îzolekirinê.”    ‘EZ BI BINPÊKIRINÊN KU DINIVÎSAND RE RÛ BI RÛ MAM’    Eser desnîşan kir ku beriya ew were girtin têkildarî binpêkirinên mafê mirovan ên li girtîgehan gelek nûçe çêkirine û got: “Vê carê dema ez ketim girtîgehê rasterast ez bi binpêkirinên mafan ên min dinivîsand re rû bi rû mam. Min hemû binpêkirinan li hefsê dît. Li girtîgehê gelek girtiyên nexweş hene û rewşa wan nebaş e. Wan nabin nexweşxaneyan. Gardiyan mafên girtiyan binpê dikin. Di rewşek wiha ku ev şewba koronayê belav bûye di serî girtiyên nexweş û divê hemû girtî werin berdan.”    ‘TU TEVDÎR NEHATINE GIRTIN’    Eser diyar kir ku cihê herî bi rîsk ji bo vîrûsa koronayê girtîgeh in û got. “Heta niha li girtîgehê tu tevdîr nehatine girtin. Ji paqijiyê bigire heta kontrola tenduristiyê nayên kirin. Negirtina tevdîran rê li ber gelek metirsiyên mezin vedike. Kelûpelên tevdîr girtinê û parastina ji vayrûsê nedane girtiyan. Di bin navê girtina tevdîran de tecrît tê sepandin.”    ‘EZ Ê NIVÎSANDINA RASTIYAN BIDOMÎNIM’    Eser bi bîr xist ku hêj bi dehan rojnameger girtî ne û got: “Hevalên me dest ji nivîsandina heqîqetê bernadin. Li hundir jî nivîsandinê didomînin. Bila moralê wan li cih be. Em ê li her deverê nûçeyên xwe binivisînin. Em dixwazin demildest hemû rojnameger werin berdan. Herî dawî Ferhat Çelîk û Aydin Keser di nav de komek rojnameger hatin girtin. Dema nû ketim girtîgehê jî min soz da xwe ku ez ê nivîsandinê bidomînim. Em hêza xwe ji Apê Mûsayan ku me pênûsa wan dewr girtiye distînin û em ê wek gerelê biçûk ê Apê Mûsa nivîsandinê bidomînin.”    MA / Erdogan Alayûmat