Rewşa vîrûsa koronayê ya li Cîhanê: Nêzî 3 milyar mirov neçarî mayîna li malên xwe bûn 2020-03-28 11:21:57 NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber vîrûsa koronayê heta niha 27 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye û 458 hezar kes jî pê ketine. Ji ber rewşên awarte û qedeyên derketina derve yên di encama vîrûsê de nêzî 3 milyar mirov nêçarî mayîna li malên xwe bûne. Tabloya vîrûsa koronayê ku li Çînê peyda bû di demeke kurt de li seranserê Cîhanê belav bû, her ku diçe girantir dibe. Li gorî daneyên dawîn, li Cîhanê 597 hezar û 458 kes bi vîrûsê ketine û 27 hezar û 370 kes jî pê jiyanaxwe ji dest dane û 128 hezar Û 701 kes jî jê baş bûne. Li Tirkiyeyê jî heta niha 5 Hezar û 698 kes bi vîrûsê ketine û 92 kes jî pê jiyana xwe ji dest dane.   ‘WEBAYA REŞ’ A SERDEMA NAVÎN   Ji ber vîrûsa ku weke webaya reş a Serdema Navîn ku wê demê bibû sedema mirina bi milyonan kesan, berdewam dike, hem ji hêla siyasî hem jî ji hêla aboriye ve bi awayekî micid bandor li welatan dike. Li dijî vîrûsa ku nayê zanîn dê heta kîngê berdewam bike, her roj welat tevdîrên nû digirin. Tevdîrên mîna qedexeya derketina derve, qarantîna, rewşa awarte û rewşa lezgîn pêk tînin. Heta niha herî kêm 4 welatan van pêkanînan kirine meriyetê.   JI SÊSÊYAN YEKÊ CÎHANÊ DI BIN QEDEXEYAN DE YE   Herî dawî li Hindistanê ku nifûsa wê ji pêncan yekê nifûsa Cîhanê ye, qedexeya derketina derve hat îlankirin. Bi vê yekê re hejmara mirovên ku bi van pêkanînan re rû bi rû mane, derket 3 milyaran. Ev jî tê wateya ku ji sêsêyan yekê Cîhanê para xwe ji van qedexeyan digire.   ÇÎN, HIN QEDEXEYAN RADIKE   Li Çînê ku vîrûs lê peyda bûbû, hejmara kesên ku bi vîrusê ketine derket 85 hezar û 740 kesan û hejmara kesên kup ê mirine jî derket hezar û 303 kesan. Li gel ku li hin deveran qedexeyên hatibûn îlankirin radibin jî lê piraniya qedexeyan li welat berdewam dikin.   HERÎ ZÊDE MIRIN LI ÎTALYAYÊ HENE   Welatê ku herî zêde mirin lê hene Îtalya ye. Li Welat hejmara kesên ku bi vîrûsê ketine derket 80 hezar 589 kesan û hejmara kesên kup ê jiyana xwe ji dest dane jî derket 8 hezar û 215’an. Çûyîna market û dermananeyan li welat serbest e lê gera li kuçeyan qedexe ye.   AMERÎKA   Amerîka ji duh ve ji ber hemara kesên ku bi vîrûsê ketine, bû navenda vîrûsê. Hejmara weqayên vîrusê derket 81 hezar û 612’an û hejmara kesên ku pê mirine jî bû hezar û 304.   ÎNGILISTAN: QEDEXEYA 3 HEFTEYAN   Di 23’ê adarê de ji bilî kesên ku neçarin biçin kar li welat qedexeya derketina derve hat îlankirin. Hat diyarkirin ku dê qedexe heta 3 hefteyan bidome. Li welat ji bilî market û dermanxaneyan hemû dikkan girtî ne.   YEWNANISTAN   Li Yewnanistanê 27 kesan ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest dane û 892 kes jî pê ketine. Ji 23’ê adarê ve li welat qedexeya derketina derve heye.   FRANSA   Li Fransayê hejmara miriyên vîrûsê gihîşt hezar û 696 kesan û 29 hezar û 155 kes jî pê ketine. Li bajarên welat ji saetên êvarê heta serê sibehê derketina derve qedexe ye.   ÎSPANYA   Piştî Îtalya welatê ku herî zêde mirov ji ber vîrusê mirine Îspanya ye. Li welat di 24 saetên dawîn de 769 kesan jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyan derket 4 hezar û 858 kesan. Dîsa li welat 64 hezar û 59 kes jî bi vîrûsê ketine. Di 15’ê adarê de li welat ji bo 15 rojan Rewşa Awarte hat îlankirin. Welatî tenê ji bo biçin, kar, xwarin, kirîna dermanan û nexweşxaneyan dikarin destûra ji malê derketinê bigirin.   BELÇÎKA   Li Belçîkayê 289 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û 7 hezar û 284 kes jî pê ketine. Heta 5’ê nîsanê li welat qedexeya derketina derve heye. Tenê ji bo werzîjê destûr tê dayîn mirov ji malên xwe derkevin.   ÎSRAÎL   Li Îsraîlê qedexeya derketina derve û heta niha 3 hezar û 35 kes bi vîrûsê ketine û 10 kesan jî jê jiyana xwe ji dest daye.   TÜRKİYE   Li Tirkiyeyê jî heta niha 5 Hezar û 698 kes bi vîrûsê ketine û 92 kes jî pê jiyana xwe ji dest dane. Li welat ji bo kesên temenê wan di seriya 65’an de qedexeya derketina derve heye. 7 milyon dikevin ber vê qedexeyê.   SÛRIYE   Li Sûriyê ji 25’ê adarê ve saetên şeve qedexeya derketina derve heye. Ji bo ambulans, agirkujiyê, xebatkarên tenduristiyê û rojnamegeran qedexe tuneye.   HINDISTAN   Li Hindistanê 20 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û 775 kes jî pê ketine. Li welat qedexeya derketina derve hatiye îlankirin û 700 milyon kes dikevin ber vê qedexeyê.   ALMANYA   Li Almanyayê 281 kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane û 47 hezar û 278 kes jî pê ketine. Li welat qedexeyeke qismî heye, destûr tê dayîn mirov li marketan pêwîstiyên xwe dabîn bikin.   ÎRAN   Li Îrane hejmara weqayên vîrûsê 32 hezaran derbas kir û heta niha 2 hezar û 378 kes jî pê jiyana xwe ji dest dane. Li welat qedexeya ger û geştê berdewam dike.   ROMANYA   Li Romanayayê jî qedexeya derketina derve heye û tenê karên lezgîn bi şertê randevu girtine tên kirin. Li welat hezar û 29 kes bi vîrûsê ketine û 24 kes jî ji berê mirine.   EREBISTAN SIÛDÎ   Li welat 12 hezar bi vîrûsê ketine û 3 kes jî ji berê jiyana xwe ji dest dane. Ji 23’ê adarê ve ji bo 21 rojan jî qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.   SRÎ LANKA   Li welat 106 weqayên vîrusê hene û qedexeya derketina derve li welat hatiye îlankirin.   MALÎ   Li Maliyê 4 weqayên vîrûsê hene û qedexeya derketina derve jî hatiye îlankirin.   SÛDAN   Li Sûdanê heta niha kesekî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û 3 kes jî pê ketine. Li Sûdanê jî qedexeya derketina derve heye.   ZELANDAYA NÛ   Li welat ji bo 4 hefteyan qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.   SIRBISTAN   Li Sirbistanê ji 17’ê adarê ve Rewşa Awarte hatiye îlankirin.   AFRÎKAYA BAŞÛR   Li welat 927 kes bi vîrûsê ketine û 2 kes jî pê jiyana xwe ji dest dane. Ji bo 3 hefteyan qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.   SENEGAL   Li Senegalê ji 24’ê adarê ve derketina derve qedexe ye.   URDUN   Li Urdunê ji 21’ê adarê ve derketina derve qedexe ye.   RUANDA   Li welatê Afrîjayê Rûandayê jî 50 kes bi vîrusê ketine û ji bo 2 hefteyan qedexeya derketine derve hatiye îlankirin.   MISIR   Li Misrê 495 kes bi vîrûsê ketine û 24 kesan jî pê jiyana xwe ji dest daye. Li welat ji 24’ê adarê ve derketina derve qedexe ye.   IRAQ   Li Iraqê 382 kes bi vîrûsê ketine û 36 kesan jî pê jiyana xwe ji dest daye. Li Welat qedexeya derketina derve 15 rojên din jî hat dirêjkirin.   TÛNÛS   Li Tûnûsê 227 weqayên vîrûsê hene û 6 kesan jî ber jiyana xwe ji dest daye. Li welat ji 18’ê adarê ve qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.   REWŞA AWARTE, QARANTîNA Û REWŞA LEZGÎN…   Rewşa Awarte, qarantîna, rewşa lezgîn ku li welatên mîna Gurcistan, Arjantîn, Ekvador, Kolombiya, Îrlanda, Paragûay, Kuba, Haîtî û Venezûella jî di nav de li gelek welatan hatiye îlankirin, didome. Tê zanîn ku 160 milyon mirov ji van rewşan bi bandor bûne.   MA / Gokhan Altay