Li Rihaya ku 4 kes bi şewba vîrûsê ketin kît tune 2020-03-28 10:45:17   RIHA - Li Rihayê heta niha 4 kes bi şewba vîrûsa corona katine. Li gel ku di xwîna 4 kesan de vîrûs hat dîtin jî lê kîtê testê li Rihayê tune ye. Serokê Odeya Tabiban a Rihayê Omer Melîk, diyar kir ku ji bo bi awayekî çalak li dijî vê şewbê têbikoşin, divê berî her tiştî xebatkarên tenduristiyê yên bi KHK'ê hatin dûrxistin dîsa li karê xwe vegerin û navendên xizmeta tenduristiyê bên vekirin.  Vîrûsa corona (Covît-19) li gorî daneyên rayedarên hikûmetan, heta niha li cîhanê 597 hezar û 458 kes bi vîrûsê ketin. 27 hezar û 370 kes jî ji ber vîrûsê jiyanaxwe ji dest dan. Li Tirkiyeyê jî heta niha 5 Hezar û 698 kes bi vîrûsê ketin û 92 kes jî bi vîrûsê mirin. Li Rihayê jî heta niha şewba vîrûsa corona li ser 4 kesan hat ditin. Lê li gel vê yekê kîpa ku testa vîrûsê dike li Rihayê tune. Serokê Odeya Tabiban a Rihayê Omer Melîk, diyar kir ku ji bo bi awayekî çalak li dijî vê şewbê têbikoşin, divê berî her tiştî xebatkarên tenduristiyê yên bi KHK'ê hatin dûrxistin dîsa li karê xwe vegerin û navendên xizmeta tenduristiyê bên vekirin."    Melîk, anî ziman ku li gel vîrûs li Tirkiyeyê hatiye dîtin jî di qada zanebûn, perwerde û girtina tedbîran de kêmasî hene û wiha got: "Xebatên wezaretê yên bi saziyên fermî re tenê bi semîneran bi sînor ma. Ger ku yên ji umrê vegeriyan xistibûna karantînayê ew qas belav nedibû. Nezî 35 hezar endamên hecê ji umrê vegeriyan. Tenê qefîleya dawî xistin karantinayê. Her ku hemû xistibûna karantînayê rewş ew qas giran nedibû."   'EKÎPMAN KÊM E'    Serokê Odeyê Melîk, anî ziman ku li gelek nexweşxaneyên Tirkiyeyê ekîpman û malzemeyên parastinê kêm in û wiha axivî: "Li gorî daneyên Odeya Tabîban, li tevahiyawelat li gelek nexweşxaneyan ekîpman kêm e. Ev yek bandorek neyînî li ser xizmetkarên tenduristiyê dike. Li gorî daneyên dawî li Stenbolê 22, li Îzmirê jî ew qas xebatkarên tenduristiyê bi şewbê ketine. Hevalek me ya hemşîre ya 33 salî jiyana xwe ji dest da. Li tenişta me mînaka Çîn û Îranê heye. Em dikarin ji cerebeyên wan sûdê bigirin. Wezareta Tenduristiyê agahiyan parve nake. Li 80 bajarên Tirkiyeyê odeyên tabîban hene. Nêzî 100 hezar endamên wan hene. Ji bo endamên Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) di nava lijneyê de cih bigire daxwazên me hebûn. Lê cih nedan TTB'ê. Ev bi serê xwe kêmasiyek mezin e. Li Rihayê 4 kes bi şewbê ketine. Yên bi şika şewbê tên nexweşxaneyê mînakê wan dişînin Dîlokê. 2 roj şûnde encama testê tê. Ev bi xwe re demê winda dike. Heta niha kîpê ji çînê hatine negihiştine Rihayê. Li tevahiya Rihayê 5 nexweşxaneyên taybet, 3 nexweşxaneyên cemkaweriyê û Navendên Xizmeta Tenduristiyê hene. Ji bo têkoşînek çalak divê xizmetkarên ku bi KHK'ê hatin îxrackirin dîsa li karên xwe vegerin."