Berî 17 salan bi îşkence seqet hiştin, niha bê nan dihêlin 2017-12-19 12:40:57   ÎZMÎR – Bariş Kaya yê di "Operasyona Vegera Jinanê" de birîndar bû û astengdar ma, îro jî bi Mahîr Kiliç ê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê hat avêtin re di greva birçîbûnê de ye.   Mahîr Kiliç ê di Beşa Astengdaran a Şaredariya Bajharê Mezin a Îzmîrê de dixebitî û ji kar hat avêtin, 37 roj e di greva birçîbûnê de ye. Yek jî berxwedêre girtîgehên tîpê F Bariş Kaya jî piştgirî da çalakiya greva birçîbûnê ya Kiliç. Kaya aşkera kir ku ew ji ber îşkenceyên dewletê yên salên 90'î mexdûr bûne û wiha got: "Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê jî bi heman hişmendiyê tev diger û karê me ji destê me girt."   Mahîr Kiliç ê doza kadro û mafên xwe yên îlaveyî li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê vekir û doz qezenc kir, ji kar hat avêtin û 37 roj e di tgreva birçîbûnê de ye, hevrêyên wî ji bo piştgiriyê bidinê dê 2 rojan greva birçîbûnê bidin destpêkirin. Yek jî xebatkarê 12 sal e di şirketa ÎZELMAN'ê de wekî kadro dixebite, Bariş Kaya ye. Kaya di "Operasyona Vegera Jinanê" ya di 19'ê Kanûnê de, li Girtîgeha Sîncanê maye û di çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên tîpê F de birîndar bûye û astengdar maye. Kaya hişê wî bi giştî ne li serê wî ye û ji lingekî xwe jî birîndar bûye. Kaya di sala 1996'an de bi silametî ket girtîgehê, di sala 2001'an de bi astengdarî derket. Di sala 2005'an de ji beşa astengdaran li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê dest bi kar kir.   ‘HER ROJ WAN SALAN TÎNIN BÎRA ME’   Kaya yê bi nasnameya xwe ya sosyalîstiyê tê naskirin, aşkera kir ku dema ew hatiye girtin îşkenceyên dijwar dîtiye. Ji ber îşkenceyê Kaya astengdar maye, îro her roj tê ber Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê û piştgiriyê dide hevrêyê xwe Mahîr Kiliç ê di greva birçîbûnê de. Kaya diyar kir ku wî tevahiya jiyana xwe de ji bo sosyalîzmê têkoşîn daye û wiha axivî: "Me di girtîgehan de ji komkujiyan re şahidî kir. Me li dijî îşkenceya li tîpên F têkoşîn da. Her roj wan salên îşkenceyê bi bîra me tînin."   Kaya got ku bi pehnan serê wan didan û li ser serê wan dimeşiyan û wiha pê de çû: "Em di rojiya mirinê de bi îşkenceyên dijwar re rû bi rû man. 3 rojan destê min bi cilên şil di kelepçeyê de ma. Roja 60'emîn a rojiya mirinê bû. Ez li ser piştê di koxûşa girtiyan de dirêj kirim. Piştre ez birim Girtîgeha Sîncanê. Bi ava îtfayeyê av berdidan ser serê me. Ber bi jêr ve xwîn diherikî. JÎTEM û tîmên taybet bi dirûşmên 'Çi kêfxwe ji kesên ku dibê ez tirkim' êrîşê medikirin û li ser serê me dimeşiyan. 4 hevrêyên me qetil kirin. Ez jî bi giranî birîndar bûm û 10 rojan di komayê de mam. Ji Tokatê tîmên taybet û JÎTEM hatibû. Her yekî digot 'ez ê li wan bidim' û bi hev re şer dikirin. Ev hemû di dema rojiya mirinê de pêk hatin. Bi vî şeklî ez 160 rojî li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê di rojiya mirinê de mam. Dema vereşadinê dest pê kir, ez birim nexweşxaneyê. Ji ber ku gelek nexweşiyên min hebû ez ji girtîgehê derketin. Sedî 64 rapora min a astengdariyê heye. Di mêjî de xesar derket. Bi destê dewletê astengdar bûn."   Kaya destnîşan kir ku ew alîgirê kedê ye wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez li qada park û baxçeyan sirgûnî çar herêmên cuda bûm. Herî dawî memûrên Partiya Yekitiya Mezin, li ser medyaya civakî gefên wekî 'Em ê te darve bikin, te ji holê rakin û li te bidin' xwarin. Dîsa giliyê min li teftîşa şaredariyê kirin. Dibêjine min 'Tu terorîst î'. Ji ber ku min wêneyên Abdullah Ocalan parve kirin, giliyê min kirin û xwestin bi vê yekê zorê li min bikin. Dixwazin ez ji karkeran dûr bikevim."   BERÊ DEWLET NIHA JÎ ŞAREDARÎ; TIŞTEKÎ NEGUHERÎ   Kaya anî ziman ku piştgiriya kedkarên bi KHK'ê hatin îxrackirin wan li ser piyan digire û ev tişt got: "Sendikayê da zanîn ku heke em dozê xwe bikişînin dê kadrotiyê bidin me. Lê em ji kar avêtin. Piştî 7 karkeran heke doza paşve kişand, soza dê wan vegerînin karê wan dan. Lê karê wan jî nedan. Berê dewletê em mexdûr kirin, niha jî şaredarî me mexdûr dike."