Koç: Guhertina qanûna cezayan rê li ber talûkeyê vedike 2020-03-28 10:19:29 ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç bal kişand ser guhertina qanûna cezayan û got: “AKP dixwaze bi vê guhertina qanûnê însana bê îrade bike. Dixwazin hin kesên din mehkûm bikin û dê sûc hilberînin.”  AKP têkildarî guhertina qanûna cezayan a pakêta darazê bi CHP, HDP û Partiya ÎYÎ re hevdîtin pêk anî. Tê payîn ku gelek xalên di 9 qanûna pêşnûmeyê de werin sererastkirin. Bi vê guhertina tê xwestin re wê erka dadgehên cezayan zêde bikin û gelek xal lê tên zêdekirin. Tê xwestin ku girtiyên siyasî daxilî nav vê pakêtê neyên kirin.    Ji bo zarokên hikumxwarî jî sûcdariyên dîsîplînê jî lê hat zêdekirin. Di metna pêşnûmeyê de cezakirina hucreyê wek “di odeyê de bigire” lê hat zêdekirin. Ji bo weşanan jî astengiyên nû lê hatin zêdekirin û dê weşan jî gelek werin sînorkirin. Weşanên bi zimanên biyanî ku biçin girtîgehê girê dane destûra Wezareta Dadê. Hevdîtinên li girtîgehan jî dê werin qeydkirin. Bi vê guhertinê re li girtîgehan hevdîtina derveyî qeydan a li dijî girtiyên siyasî dê zêde bibe.    KOÇ: PÊŞNÛME LI DIJÎ QANÛNA BINGEHÎN E    Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç ê Endamê Komîsyona Edaletê ye guhertina pêşnûmeya qanûna cezayan ji ajansa me re nirxand. Koç destnîşan kir ku di pêşnûmeyê de newekheviya cezayan pir eşkere ye û ev pêşnûme li dijî Qanûna Bingehîn e. Koç newekheviyên di pêşnûmeyê de rêz kir û got: “Bi taybetî guhertinek mayînde heye. Guhertina ji bo girtiyên nexweş û jinên welidîne û dê biwelidin. Di vir de taloqkirina ceza derveyî TMK’êt ê hiştin. Pakêt ji dizek, qatil, û hemû kesên zirarê didin civakê re rê hatiye vekirin. Lê kesên ji bo aştiya civakî û siyaseta demokratîk xizmetê bikin derveyî guhertinê hatine hiştin. Ji bo weşanên yanî rojname, kovar, pirtûk jî di guhertinê de tiştek nîne. Ji bo weşanan xefik danîne. Gotinên nû yên têkildarî girtiyan li pêşnûmeyê hatine zêdekirin rê li ber talûeyan vedike. Guhertin bi xwe xefikek mezin e. Xwegihandina girtiyan a ji bo weşanan asteng dikin. Guhertinek talûke ye. AKP dixwaze bi vê guhertina qanûnê însana bê îrade bike. Dixwazin hin kesên din mehkûm bikin û dê sûc hilberînin.”    MA / Bêrîvan Altan