‘Divê Ocalan û girtî hemû bên berdan' 2020-03-28 09:19:10 MÊRSÎN –  Rêvebirê MED TÛHAD-FED'ê Ahmet Ogûz, anî ziman ku heger vîrûsa coronayê li girtîgehan belav bibe wê pêşî lê neyê girtin û got: "Şewb cihêkariyê nake. Loma divê di serî de Ocalan û bi giştî girtiyên din hemû bên berdan."  Bertekên li dijî Pakêta Darazê ya 3'yan ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatine kirin didomin. Rêvebirê federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED'ê (MED TÛHAD-FED) Ahmet Ogûz, anî ziman ku heger vîrûsa coronayê (Covîd-19) li girtîgehan belav bibe wê dîmeneke pir cidî derkeve holê.    'HEMÛ GIRTIYAN BERDIN'    Ogûz, bibîr xist ku anî ziman ku ji bo girtîgehan kampanyayek dane destpêkirin  û ji bo girtî hemû bên berdan tevî malbatên girtiyan serî li Wezareta Dadê, HDP, CHP, MHP, Partiya Saadetê, Partiya ÎYÎ'yê, AKP, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û CÎMER'ê dane. Ogûz, diyar kir ku piştî vîrûs derketiye holê gelek welatan girtî berdane, lê belê li Tirkiyeyê hê jî nehatine berdan. Ogûz, bal kişand ser Pakêta Darazê ya 3'yan ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatine kirin û got, ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ogûz, diyar kir ku heger li girtîgehan vîrûs belav bibe wê pêşî lê neyê girtin û xwest bêyî cihêkarî bê kirin divê girtî hemû bên berdan.    Ogûz, got: "Birêz Ocalan hem li Rojhilata Navîn hem jî li cîhanê ji bo gelan şansek e. Em gotinên Ocalan bibîr bixin ku gotibû, 'Heger hevsengiya ekolojî û xwezayê nebe wek hev wê gel têk biçinç' Pêdiviya gelan bi Ocalan heye. Di vê rewşê de bidawîkirina tecrîdê ji bo dewletê firsendek e. Şewb cihêkariyê nake. Loma divê di serî de Ocalan û bi giştî girtiyên din hemû bên berdan."