'Pêşnûmaya rê li ber şidet û îstimarê vedike divê neyê qebûlkirin' 2020-03-28 09:18:35 ENQERE - Parêzer Ceren Şîmşek, diyar kir ku kêmkirina cezayên zayendî "çanda bêcezatiyê" ye û got: "Îqtidar tim û tim di aleyha zarokan de pêşnûmayên qanûnê çêdike û hewl dide sûcdaran paqij nîşan bide."  Ji ber vîrûsa coronayê (Covîd-19), îqtidarê bi lez û bez Pakêta Darazê ya 3'yan xst dewrê. Lê belê ji ber ku girtiyên siyasî daxilî nav vê pakêtê nehatine kirin û kêmkirina cezayên sûcên zayendî tê de cih digirin bûye sedema bertekan. Parêzer Ceren Şîmşek, diyar kir ku kêmkirina cezayên zayendî "çanda bêcezatiyê" ye û got: "Îqtidar tim û tim di aleyha zarokan de pêşnûmayên qanûnê çêdike û hewl dide sûcdaran paqij nîşan bide."    'ÇANDA BÊCEZATIYÊ'    Şîmşek, anî ziman ku sûcên şideta li dijî jinê, îstismarkirina zarokan û zextên zayendî bûne "çanda bêcezatiyê" û ev yek di pratîka darazê de cih girtiye. Şîmşek, got: "Hê jî dadgeh ji bo van sûcan cezayên baş nabire. Li dijî hiqûqa gerdûnî tev digerin û cezayê wan kêm dikin. Peymana Stenbolê û Qanûna Jimare 6284'an pêk nayê û ev ji bo zarokan dibe sedema mexdûriyetên mezin. Jin û zarok bi vî awayî vê carê jî bi destê dewletê tên mexdûrkirin. Îqtidar tim û tim di aleyha zarokan de pêşnûmayên qanûnê çêdike û hewl dide sûcdaran paqij nîşan bide. Her wiha her diçe hejmara zarok û jinên bi îstismarê re rû bi rû dimînin zêde dibe û bi polîtîkaya bêcezatiyê jî kiryar tên parastin. Sedemeke zêdebûna îstismar û şidetê jî çanda bêcezatiyê ye. Di vê zêdebûnê de tiliya îqtidarê heye."    ‘WÊ PAKÊT CESARETÊ BIDE KIRYARAN'    Şîmşek, destnîşan kir ku îqtîdara ku dixwaze di leha mêrê ku şidetê dike de tiştekî bike, bi hinceta vîrûsa coronayê dixwaze vê guherînê pêk bîne û got: "Lê belê gava ji ber vê kiryar derkevin derve, wê jiyana gelek jin û zarokan têkeve talûkê. Wê bi kêmkirina cezayên wan jî jin û zarok mexdûr bibin."    Şîmşek, anî ziman ku wê ev pakêt cesaretê bide kiryaranû got: "Heger kesên bi vî awayî bên berdan, xetereya lis er jiyana jinan zêdetir bibe. Mnakên bi vî rengî hene; kesên di girtîgehên vekirî de, destûr xwestine û derketie û paşê çûne jin kuştine. Ji bo heman tişt neqewimin, divê ev pêşnûmaya rê li ber îstisma r û şidetê vedike neyê qebûlkirin."    MA / Eylem Akdag