‘Em nikarin di mal de bimînin, çimkî em mecbûr in bişixulin' 2020-03-28 09:16:47 AMED – Hikûmet, li dijî vîrusa coronayê bêyî kû tevdîrên aborî bigire gazî welatiyan dike ku "di mal de bimînin". Lê belê kesên dixebitin guh li vê banga hikûmetê nakin. Hin welatiyên ku ji ber tevdîrên hatine girtin kargehên wan hatine girtin, bi awayekî seyyar dest bi firotina çayê kirine.    Her diçe vîrûsa coronayê (Covîd-19) berbelavtir dibe. Ji ber vê jî hikûmet bang li ser bangê dike ku kes ji mal dernekeve. Lê belê kesên dixebitin ji ber ku hikûmet di warê aborî de piştgiriya wan nake, ji mecbûrî derdikevin û bi awayekî karên xwe dikin.    Li Amedê piştî qehwexane hatin girtin, hin welatî ji bo debara xwe bikin serî li rêyine cuda dane. Hin welatiyên ku qehwexaneyên wan hatine girtin, ji bo debara xwe bikin niha jî bi awayekî seyyar çayê difiroşin. Li navçeya Rezanê, hin welatiyan li qeraxên rê dezgehên xwe danîne û çayê çêdikin û difiroşin.    'WÊ KÎ HEQÊ KIRÊYA ME BIDE?'   Welatiyên bi awayekî seyyar dezgehên xwe danîne, ji bo di warê qanûnî de bi pirsgirêkan re rû bi rû nemînin nexwestin navên wan bên aşkerekirin. Welatiyan, bertek nîşanî kampanyaya hikûmetê ya bi navê "Di mal de bimîne" û gotin: "Ji me re dibêjin di mal de bimînin. Lê belê di warê aborî de tu piştgiriyê nakin. Wê kî li zarokên me mêze bike? Wê kî heqê kirêyên me bide?"    ‘ZABITE DIBÊJIN, EM Ê CEZA BIBIRIN'    Welatiyên ku berê li qehwexaneyan dixebitîn, lê belê piştî vîrûsê gava qehwexaneyên wan hatin girtin, anîn ziman ku niha li ser peyarêyan û qeraxên rêyan di semaweran de çayê çêdikin û difiroşin. Welatiyan, diyar kir ku rojê 50-60 lîre bi dest wan dikeve û gotin, lê belê her roj zabite tên û dibêjin "em ê ceza bibirin". Welatiyan anî ziman ku lê belê ew ê dezgehên wxe ranekin û gotin, ji bo debara xwe bikin vî karî dikin.