Ji ber fasûlên şîn hatiye sûcdarkirin! 2020-03-28 09:15:41 MÊRDÎN - Îdianameya der barê Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin de hat amadekirin. Di îdianameyê de fealiyetên Kooperatîfa Jina a Sarayê ku fasûle çandibûn sûc hatine hesibandin.  Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin, di 15'ê Mijdara 2019'an de hatibû binçavkirin û rojek şûnde jî qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin. Ozaydin ku di 29'ê Mijdarê de hat girtin, îdianameya der barê wê de hat amadekirin. Di îdianameyê de bi îdoaya "endamtiya rêxistinê" tê sûcdarkirin. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Şemrexê jî îdianame qebûl kir. Îdianame ji 33 rûpelan pêk tê û 17 rûpelên wê ji îdiayan pêk tê.    Îdianameya der barê Ozaydinê de jî dişibe îdianameya Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulîstan Oncuyê. Wisa xuya dike îdianameya wan hatiye kopyakirin û wekî ya Ozaydinê be hatiye amadekirin. Di îdianameya Ozaydinê de jî îfadeyên şahidên bi koda “ML1Z0G7R1T (Malazgirt)”, “C1N9K1K8L (Çanakkale)”, “P1L5EV3NE8 (Plevne)”, “1KO3SOV0A8 (Kosava)”, “14F1E4T53İH53 (Fetih)” û “1AN4K0AR2A (Ankara)” hene. Di îdianameyê de şahidên veşarî yên bi koda “14F1E4T53İH53 (Fetih)” û “1AN4K0AR2A (Ankara)” gotine: "Nalan Ozaydin, li xaniyekî li goristana navçeyê çûye cem endamên rêxistinê yên bi kodê Dîren û Ronî. Ozaydin çûye hundir û ez jî li derve mam. Nizanim çi xeberdane. Lê belê gava Dîren derketiye derve got, êdî ew ê pera ji Nalan Ozaydinê nestînin. Paşê me bihîst ku Nalan ji bo meseleya perayan çûye Amedê hevdîtin bi berpirsiyarên KJA'yê re çêkiriye."    'AVAKIRINA KOOPERATÎFA JINA SÛC E!'    Di îdianameyê de tevlîbûna Ozaydinê ya çalakiyên partiya wê jî sûc hatine hesibandin. Her wiha di îdianameyê de xebatên Kooperatîfa Jina ya Saryayê jî sûc hatine hesibandin. Di îdianameyê de nûçeya der barê kooperatîfê de jî cih gritiye ku nûçe di 29'ê Hezîrana 2019'an de di ajanseke nûçeyan de hatiye parvekirin.   Hevşaredar Ozaydin jî di nav de 4 jin piştî hilbijartina 31'ê Adarê li hev kom bûbûn û Kooperatîfa Jina ya Saryayê ava kiribûn. Kooperatîfê pêşî li erdekî 30 donimî dest bi kar kiribû û fasûle çandibûn.    MA / Ahmet Kanbal