‘Ji xeynî postayên lezgîn divê kargo neyên qebûlkirin' 2020-03-28 09:14:56 EDENE - Nûnerê Şaxa 7'an a Haber-Senê ya Edeneyê Ahmet Aydogan, anî ziman ku kedkarên PTT'ê bi rîskeke mezin re rû bi rû ne û got: "Heger dewlet peywira xwe bi cih neyne, em ê bi encamine cidî re rû bi rû bimînin."  Nûnerê Şaxa 7'an a Sendîkaya Kedkarên Çapemenî Weşan Ragihandin û Postayê (Haber-Sen) a Edeneyê Ahmet Aydogan, anî ziman ku kedkar bêyî ku tevdîr bên girtin tên xebitandin.    Aydogan, destnîşan kir ku anî zman ku PTT ji bo tevdîrgirtinê şaxên xwe derman dike, hinek maske, lepik û amûrên dezenfektekirinê şandine û got: "Hin şax hatine girtin. Ji bo tevdîrgirtinê li benda çi disekinin nizanim. Tu îstişareyê bi sendîkayan re nakin. Feraseteke burokratîk heye. Demildest divê şaxên PTT'ê bên girtin. Ne perçe perçe, divê bi hev re bê kirin."    'KEDKAR DI XETEREYÊ DE NE'    Aydogan ku got "Hê jî di ser înternetê re alvêr tê kirin û hejmara kargoyan pir zêde ye. Divê ji xeynî posteyên lezgîn neyê kirin" anî ziman ku kedkarên di beşa gîşe û belavkirinê de dixebitin bi rîskeke mezin re rû bi rû dimînin. Aydogan, anî ziman ku kedkar bi derfetên xwe xwe diparêzin û divê demildest dewlet ji bo wan tevdîran bigirin. Aydogan, destnîşan kir ku ji ber qerebalixiya li psotexaneyan îtimala ku vîrus li wan peyda bibe zêde ye û got, li bajarên din di hin kedkaran de vîrus tespît bûye û got: "Divê dewlet guh bide jiyana kedkarên PTTê û tevdîran bigire. Heger dewlet peywira xw epêk neyne, em ê bi encamine cidî re rû bi rû bimînin."    ‘DIVÊ DEYNÊN FATÛREYAN BÊN TALOQKIRIN'    Aydogan, got: "Bi taybetî divê postexane her roj bên dezenfektekirin, tevdîrên din bên girtin. Kedkarên PTT'ê yên di grûba rîskê de divê bên kontrolkirin. Divê deynê fatûreyan giş bên taloqkirin. Tenê divê li navendan kar bê kirin û li van deran jî mesafeya civakiyî esas bê girtin. Divê posta, kargo ji xeynî tiştên lezgîn neyên qebûlkirin."    Aydogan, anî ziman ku divê di belavkirinê de jî tevdîr bên girtin û teblîxatên tên şandin bi awayekî demborî bên taloqkirin.    MA / Hamdûllah Kesen