ROJEVA 28'Ê ADARA 2020'AN 2020-03-28 09:00:45 * Nûnerê Şaxa 7'an a Haber-Senê ya Edeneyê Ahmet Aydogan, anî ziman ku kedkarên PTT'ê bi rîskeke mezin re rû bi rû ne û got: "Heger dewlet peywira xwe bi cih neyne, em ê bi encamine cidî re rû bi rû bimînin."  * Rêveberê MED TUHAD-FED’ê Parêzer Yûsûf Çakas derbarê Paketa Darazê ya 3’yemîn de xwest li gorî rêgeza destûra bingehîn a wekheviyê gav bên avêtin û cudakariyê nexe nava girtiyan û hemû girtî serbest bêne berdan.    * Îdianameya der barê Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin de hat amadekirin. Di îdianameyê de fealiyetên Kooperatîfa Jina a Sarayê ku fasûle çandibûn sûc hatine hesibandin.    * Hevşaredarên Licê rûken Yilmaz û Tarik Mercan diyar kirin ku xebatên wan ên li dijî vîrûsa coronayê nehatine tehmûlkirin û gotin: "Wê ji bo gel xebatekê nekin."    * Hikûmet, li dijî vîrusa coronayê bêyî kû tevdîrên aborî bigire gazî welatiyan dike ku "di mal de bimînin". Lê belê kesên dixebitin guh li vê banga hikûmetê nakin. Hin welatiyên ku ji ber tevdîrên hatine girtin kargehên wan hatine girtin, bi awayekî seyyar dest bi firotina çayê kirine.    * Parêzer Ceren Şîmşek, diyar kir ku kêmkirina cezayên zayendî "çanda bêcezatiyê" ye û got: "Îqtidar tim û tim di aleyha zarokan de pêşnûmayên qanûnê çêdike û hewl dide sûcdaran paqij nîşan bide."    * Hevserokê HDP'a Wanê Okkeş Kava, diyar kir ku bangawaziya îqtidarê ya ji bo vîrûsa coronayê ku dibêje "Bira her kes OHAL'a xwe îlan bike" tê wateya "Li çara serê xwe mêze bike." Kava, got: "Îqtidarek bi kêrî civakê bê tuneye. Di rewşeke wiha de jî gel bi nexweşînekê re rû bi rû dihêlin."    * Rêvebirê MED TÛHAD-FED'ê Ahmet Ogûz, anî ziman ku heger vîrûsa coronayê li girtîgehan belav bibe wê pêşî lê neyê girtin û got: "Şewb cihêkariyê nake. Loma divê di serî de Ocalan û bi giştî girtiyên din hemû bên berdan."    * Dayikên Şemiyê dê daxuyaniya çalakiya xwe ya heftane ji ber vîrûsa corona li ser medya civakî pêk bîne. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê daxuyaniya "Rûniştina F" ku her hefte pêk tîne ji ber vîrûsa corona li ser medya civaki parve bikin. (13.30)