Wekîla HDP'î Tosûn daket kolanan, bang gel kir ku ji mal dernekevin 2020-03-27 22:03:36       AMED - Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn li kolanan bi amûra deng bang li gel kir ku ji malên xwe dernekevin.   Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosûn, tevî Meclîsa Ciwanên HDP’ê li Taxa Sanayiyê ya navçeya Peyasê bi maşineya xwe li kolanan geriya. Tosûn, bi amûra bangê bi kurdî û tirkî ji gel xwest ku ji malên xwe dernekevin. Tosûn di banga xwe de da zanîn hikûmet tevdîrê ji bo gel nagire û got: “Tedbîrên ku hikûmetê standî kêm in, têr nakin. Divê haya me ji me, malbata me û gelê me hebe û dernekevin derve. Ji bîr nekin parastina me û ya gelê me di destê me de ye.”   Tosûn wê her şev li taxekê bang li gel bike ku kes ji malên xwe dernekeve.