Li Amedê avahiyek xistin karantinayê 2020-03-27 17:56:00     AMED - Li Amedê ji ber di malekê de vîrûsa corona (Covîd-19) hat tespîtkirin avahiyek xistin karantinayê.    Li Navçeya Peyasê ya Amedê, di avahiyek li ser rêya Rihayê de vîrûsa corona hat dîtin. Di mala dergevanê avahiyê ya 3 kes lê dijîn de vîrûsa corona (Covîd-19) hat dîtin.    Li Navçeya Peyasê ya Amedê di avahiyek ku li ser rêya Rihayê yeî di mala dergevanê avahiyê de ku 3 kes lê dijîn vîrûsa corona  (Covîd-19) hat ditin. Piştî di malbatê de  vîrûsa corona (Covît-19) hat tespîtkirkin, avahî xistin karantînayê. Endamên malbatê ku germahiya laşê wan zêde bû, rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê. Piştî endamên malbatê rakirin beşa venêrtina zêde, avahiya ku malbat lê dijîn xistin bin karantînayê.    Piştî karantînayê polîs li dora avahiyê digerin û destûr nadin ku kes têkeve avahiyê û derkevin.