Li Rîzeyê bajarok û 4 gund xistin karantînayê 2020-03-27 16:36:20 STENBOL – Li Rîzeyê bajaroka Kendirlî û 4 gundên girêdayî Navendê ji ber şewba vîrûsa corona xistin bin karantînayê. Ketin û derketina bajarokê hat girtin.    Li Rîzeyê bajarokek û 4 gund ji ber vîrûsa coronüa (covît-19) xistin bin karantinayê. Bajaroka Kendirlî û 4 gundên girêdayî Navenda Rîzeye ji ber şewba vîrûsa corona xistin bin karantînayê. Ketin û derketina bajarokê hat girtin. Midûrê Tenduristiyê yê Rîzeyê daxuyanî da û diyar kir ku bajaroka Kendirlî û gundên nêzî wê Yeni Selimiye, Beştepe, Esentepe û Maltepe  ji bo rê li pêş bûyerên vîrûsê bigirin xistine bin karantînayê. Li bajaroka Kendîrlî ya Nifûsa wê 3500 kes in, heta niha mirovekî 67 salî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û 3 kes jî bi vîrûsa corona ketine.