Operasyona leşkerî ya li Lîcê bi dawî bû 2020-03-27 15:44:43 AMED - Operasyona leşkerî ya li gundên navçeya Lîcê dest pê kiribû bi dawî bû.  Operasyona leşkerî ya li gundên Zengê, Kerwes û Licok ên navçeya Lîcê ya Amedê dest pê kiribû, bi dawî bû. Hat diyar kirin ku gelek yekîneyên taybet tevlî operasyonê bibûn û operasyon bi piştgirya Balafirên Hewayî yên bê Mirov (ÎHA) dihat meşandin. Hat dest nîşan kirin ku leşkeran di operasyonê de, lêgerîn li mal û guvan pêk anîn û tu kes nehat binçavkirin