Li Amedê kesek ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da 2020-03-27 14:52:41   AMED - Li Amedê, welatiyê 49 salî yê testa wî ya Kovîd-19 pozîtîf derketibû, li Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê jiyana xwe ji dest da.    Nexweşê zilam ê 49 salî yê testa wî ya vîrûsa korona (Kovîd-19) pozîtîf derketibû, li Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê jiyana xwe ji dest da. Hat diyar kirin ku nexweşê jiyana xwe ji dest da 9 rojbûn li nexweşxanê dihat dermankirin. Ji 48 nexweşên bi gumana Kovîd-19 li nexweşxanê tên dermankirin, testa 3 ji wan pozîtîf derket. 2 nexweşên din ên testa wan pozîtîf derketin, li nexweşxanê tên dermankirin.    Li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenî ya Amedê jî, di rojên derbasbûyî de, welatiyekê ku tedawiya vîrûsa koronayê (Kovîd-19) didît, jiyana xwe ji dest dabû.