Bi ser malên kesên ji ber koronayê vegeriyan gundê xwe de girtin 2020-03-27 14:49:53   AMED - Leşkeran bi ser malên welatiyên ji ber vîrûsa koronayê vegeriyan malên xwe yên zozanên Şênê û gundê Eskar a navçeya Pasûrê de, girtin.     Hat diyar kirin ku operasyona leşkerî ya bi tevlîbûna gelek yekîneyên taybet a duh serê sibê li gundê Eskar a navçeya Pasûr a Amedê û zozanên Şênê dest pê kir, dewam dike. Helîkopterên ji Qereqola Pasûrê rabûn leşker danîbûn herêmê. Leşkeran dûre bi ser mal û kovên hewyanên de girtibûn û lêgerîn pêk anîbûn.    BI SER MALÊN WELATIYÊN JI BER VÎRÛSÊ REVIYAN DE GIRTIN    Hat diyar kirin ku welatiyên ji ber vîrûsa koronayê reviyabûn gundên xwe, leşkeran bi ser malên wan de girtin. Hat dest nîşan kirin ku welatî ji ber operasyona leşkerî û serdegirtinên malan bi fikarin.    Welatiyên, ji ber parastina ji vîrûsa koronayê çûn gund û gomên xwe, xwestin ku operasyona leşkerî û serdegirtinên malan bi dawî bibin. Hat dest nîşan kirin ku operasyona leşkerî ya li herêmê dewam dike.