Şêniyên Taxa Rezan li ser agir e: Hêviya me ji polîsan tune 2017-12-19 11:38:52 AMED - Şêniyên Navçeya Rezan a Amedê, ji ber li navçeya Rezan a Amedê di demên dawî de bûyerê tacîzê zêde dibin û li hemberî vê yekê tedbîr nayên girtin bertekên xwe anîn ziman. Welatiyan diyar kirin ku her tişt li pêş kamerayan pêk tê, lê der barê van kesan de tiştek nayê kirin û wiha gotin: "Tu heviya me ji polîsan tune ye. Em dê ji niha û şûnde bi xwe li çareseriya wê bigerin." Li navçeya Rezan a Amedê di demên dawî de bûyerên tacîzê zêde dibin. Bûyer li pêş kamerayan û li ber çavan pêk tên. Tevî vê yekê polîs û rayedar têkildarî tacîzkaran tu tedbiran nagirin. Herî dawî li Kolana Yusuf Îslam zarokên 10-11 salî rastî erîşên tacîzê hatin. Di 10'ê Kanûnê de zaroka 11 salî E.K. rasti tacîzê hat. Li pêş kamerayan ev yek pêk ta. Lê heta niha têkildarîe mijarê tu lêpirsîn û lêgerîn nehatiye kirin. Kesên sucdar û tacîzkar nehatin binçavkirin û der barê wan de lêpirsîn nehat kirin.    Hat îdîakirin ku kesê îstîsmara zarokan dike li Kolana Girne dikana kofte vekiriye û dikanê dixebitîne. Hat zanîn ku dikan di 2 hefteyên dawi de girtî ye. Di 10'ê Kanûnê de kesa 23 salî E.X. rastî tacîzê hatibû. Lê tacîzkar hêj nehatiy binçavkirin. Ji ber ku tacîzkarên li taxê nayên binçavkirin û der barê wan de lêpirsîn nayê kirin gelê tax û navçeyê li ser agir in.    'EZ BÊZAR IM'    Welatî Bahar anî ziman ku piştî van bûyeran ew xwe bi ewle nabînin û wekî li ser agir bin. Em wekî jin pir bi fikar in. Em nikarin zarokên xwe bişînin taybet. Li ber çavê her kesî tacîz û tecawiz pêk tê. Li ber çavê gelek mêran bûyer pêk hat. Lê kesî mudaxale nekir. Em jî jin in, dibe ku heman tişt bê serê me jî. Ayşe, Fatma an jî kesek din ferk nake.     4 MEHÊN DAWÎ DE DESTDIRÊJÎ ZÊDE BÛN   Şêniyê taxê Eyup Ağaçtutan jî anî ziman ku di 4 mehên dawî de bûyerên bi vî rengî zêde bûne û wiha got: "Li vir kesên tiryak ên hişbirê  dikişînin gelek zêde bûne.  Îstîsmara zarokan zêde bûye. Ez 9 salin li Kolana Yusuf İslam esnaf im. Berê bûyerê bi vî rengî tune bûn. Di 4 mehên dawî de ev yek zêde bûye. Ez wekî esnafê taxê li hembeî vê yekê bi fikar im. Xwişk, bira dayik û xizmên me li vir dijîn. Ne pêkan e em vê yekê qebûl bikin. Ez bang li hemû şêniyên taxê dikim ku bi xwe parastina xwe bikin. Divê tu kes li hemberî van bûyeran bêdeng nemînin û bi xwe parastina xwe bikin."   'GÊR POLÎS NEKIN EM DÊ BIKIN'   Welatî Ustat Mujdecî jî ani ziman ku ger polîs bersûcan negirin ew dê rêbazên xwe têxin meryetê û wiha got: "Ger ku polîs van kesan negire em dê bi rêbazên xwe wan bigirin. Ger ku tedbîr neyên girtin ev dê li taxê belav bibe."    ‘HÊIYA ME JI POLÎSAN TUNE'   Müjdeci, anî ziman ku ev şermek gelek mezin e û ji ber polîs li hemberî vê rewşê bêdeng in tu heviya wan ji polîsan nemaye.