Êdî li Amedê testa koronayê tê kirin 2020-03-27 13:45:07 AMED – Li Amedê nexweşên bi gumana Kovid-19 hildan bin dermankirinê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê dest bi testa wan hat kirin.  Li nexweşxaneyên cuda yên Amedê hejmara nexweşên bi gumana vîrûsa koronayê (Kovid-19) hildidin bin dermankirinê zêde dibin. Heta niha li Amedê testa 8 nexweşan pozîtîf derketiye. Dermankirina 61 nexweşên bi gumana vîrûsê rakirine nexweşxaneyên cuda dermankirina wan didome.    HEJMARA NEXWEŞAN ZÊDE DIBE    5 qatên Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê y Gazî Yaşargîlê ya Amedê ji bo nexweşên koronayê hatin veqetandin. Her roja ku diçe hejmara nexweşan zêde dibe. Du qatên nexweşxaneyê bi temamî ji nexweşên koronayê re hatine tijekirin. Hat zanîn ku nexweşên mayî jî li qata sêyemîn bicih kirine. Nexweşên nîşaneyên klînîk û radyolojiye jî li odeyên cuda hatine bicihkirin.    ÊDÎ TEST LI AMEDÊ DÊ WERIN KIRIN    Hat zanîn ku ji 48 nexweşên bi gumana şewba koronayê anîne nexweşxaneyê testa 3 nexweşan pozîtîk derketiye. Heta îro nimûneya xwîna ji nexweşan dihat girtin, dişandin Enqereyê, lê ji duh êvarê ve êdî test li beşa labaratuavarê ya nexweşxaneyê dê werin kirin. Wê êdî encama testan di heman rojê de li Amedê derkevin.    TÊ PAYÎN HEJMAR ZÊDETIR BIBE    Hat ragihandin ku ji ber ku hejmara testan dê zêde bibe tê payîn wê hejmara nexweşên koronayê jî zêde bibin.    KELÛPEL KÊM IN    Hat ragihandin ku ji ber kêmasiya kelûpel û xebatkarên tenduristiyê ji bo nexweşên kronîk jî tişta pêwîst nayê kirin. Hat zanîn ji bilî beşa Onkolojî ya nexweşxaneyê hema bêje xebatên li hemû beşê din hatine rawestandin. Kedkarên tenduristiyê ragigihandin k udi serî de maskeyên N-95 gelek kelûpelên wan nayên temînkirin.    Hat zanîn ku nexweşek bi gumana koronayê li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Erxeniya Amedê dihat dermankirin û ku jiyana xwe ji dest dabû testa koronayê ya hatiye kirin jî negatîf derketiye.