Kurê helbestvanê kurd Cegerxwîn ji ber vîrûsê wefat kir 2020-03-27 12:12:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Kurê helbestvanê navdar ê kurd Cegerxwîn, Keyo Cegerxwîn ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.   Vîrûsa koronayê (Kovid-19) bandorek mezin li seranserî cîhanê nîşan dide. Hat ragihandin ku kurê helbestvanê bi nav û deng ê kurd Cegerxwîn, Keyo Cegerxwîn, payatexta Swêdê Stockholmê ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest daye.    Keyo Cegerxwîn ku temenê wî 84 sal bû û welatiyê Swêdê bû hat gotin ev du hefteye bi vîrûsa koronayê ketiye.    Kongreya Civaka Demorkatîk (KCD), parlamenterên HDP’ê, nivîskar û helbestvanên kurd li hesabên xwe medya civakî sersaxiyê ji malbata Keyo Cegerxwîn re xwestin û xemgîniya xwe ya ji bo koça dawî ya Keyo Cegerxwîn anîn ziman.