Leşkerê li ser sînor leşkertî dikir, kirin karantînayê 2020-03-27 11:51:42     ŞIRNEX - Î.R. ê li ser sînorê Îranê leşkertiya mecbûrî kir û vegeriya bajarê xwe Şirnexê bi gumana vîrûsa koronayê kirin bin karantînayê.    Î.R. ê li Fermandariya Beşa Sînor a Şehîd Fehmî Altinordu ya girêdayî Fermandariya Tabûra Sînor a Gokay a li ser sînorê Îranê li navçeya Bazîd a Agiriyê leşkertiya mecbûrî kir, di 23’yê Adarê de hat terhîskirin.    Î.R. ê ji Agiryê birin Stenbolê, dûre şandin mala wî ya li navçeya Cizîr a Şirnexê.       Î.R. li Balafirgeha Şerafettîn Elçî di kontrola tenduristiyê re hat derbaskirin û bi gumana vîrûsa korona (Kovîd-19) kirin bin karantînayê. Î.R. di saetên serê sibê de, birin Wargeha Xwendekarên Zilam ên Cezerî ya Saziya Kredî û Wargehan (KYK) a li navenda Şirnexê weke navenda karantînayê tê bi karanîn. Î.R. bi gumana vîrûsa koronayê wê  heya 14 rojan di karantînayê de bê girtin.    Berê jî, 51 xwendekarên ji Qibrisa Bakur hatibûn, di heman wargehê de kiribûn karantînayê.