Hevşaredarên Êlihê bi kelepçeyê derxistin pêşberî dozger 2020-03-27 11:28:35 ÊLIH - Hevaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Dr. Mehmet Demîr, piştî 4 rojan di bin çavan de mah duh bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Hevşaredaran di parastinê de diyar kirin ku yên îfade bidin ne ew, Wezîrê Karên Hundir û Waliyê Êlihê yên zagon îhlal kirine ne.  Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demir, di 23'ê Adarê de ji peyvirê hatin girtin û hatin binçavkirin. Korkmaz û Demîr piştî 4 rojan di bin çavan de ban duh sewqî dozgeriyê hatin kirin û serbest hatin berdan. Hevşaredaran di parastinê de diyar kirin ku yên îfade bidin dozgeriyê divê Waliyê Êlihê Hulusi Şahîn û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bin.    EM BI KELEPÇE DERXISTIN PÊBERÎ DOZGER   Hevşaredar Korkmaz, diyar kir ku darbeya siyasî ya ku bi tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê dest pêkir, bi tayînkirina qeyûm a Şaredariya Êlihê û navçeyên din ddome û wiha got: "Di pêvajoya ku şewba vîrûsê li her derê belav dibe, em 4 rojan di bin çavan deman. Ji midûriyeta polisan heta dozgeriyê dema em birin destê me li kelepçeyê xistin. Em bi kelepçeyê derxistin pêşberî dozgeriyê. Ev li diji mirovahiyê ye. Ev kelepçe li vîna gelê Êlihe ya ji sedî 66 dengê xwe daye hatiye xistin. Li koorîdorên edliyê vîna gelê Êlihê bi saetan hat rawestandin."    Korkmaz, anî ziman ku ji ber xebatên ku wan kiribûn hatin binçavkirin û darizandin û wiha got "Me hemû xebat û lêçunên xwe bi gel re parve kir. Me li gorî rêgeza zelaliyê ya Şaredariyê HDP'ê gav avêt. Me hemû îhaleyên xwe zelal û aşkre kirin. Me hewl da xizmeta 500 hezar mirov bikin. Me ji her tiştî kêm kir û xizmeta civakê kir. Me civîna meclîsê li parkan kir. Ji ber ku em bûn şaredariya mînak qeyûm tayînî şaredariyê kir."   EM Ê PERGALA HEVSEROKATIYÊ BIPARÊZIN   Korkmaz, anî ziman ku dozger îdîa kiriye ku pergala Hevserokatiyê bi fermana rêxistinê hatiye kirin û wiha lê zede kir: "Li Tirkiyeyê di zagonan de pergala Hevserokatiyê tune ye. Lê tu xalê ku ev yek qedexe ye ji tune ye. Ev pergal di rêziknameya HDP'ê de heye. Rêgeza nûnertiya wekheviyê heye. Ev ne fermana kesi ye. Ev di rêziknameya HDP'ê de heye. Ev pergal vîn û nûnertiya jinê diparêze. Ji ber vê yekê heta dawî em ê vê pergalê biparêzin."    DEMÎR: DIVÊ WEZÎR Û WALÎ ÎFADE BIDIN DOZGER    Hevşaredar Mehmet Demîr jî anî ziman ku bi kelepçeyê derketin pêşberî dozger û wiha got: "Em bi kelepçeyê ketin îfadeya dozgeriyê. Ev li dijî hiqûqê ye. Rûyê ku dozger li me bineriya tune bû. Piştî parêzer hişyar kir û şûnde li dozgeriyê kelepçeya ji destê wan derxistin. Dema ez bi dozger re axivîm, min got ezê tenê der barê xebatên xwe yên şaredariyê de îfade bidim. Min got yê ku divê li vir îfade bidin Waliyê Êlihê Hulusi Şahîn û Wezirê Karên Hundir Suleyman Soylu nin.    HEMÛ ÎHALEYÊN ME ZELAL IN   Demîr, anî ziman ku dozger îddîa kiriye ku hemû lêçûnên ji bo çandê xerç kirin, şandine ji rêxistinê re û wiha got: "Hemû îhaleyên me zelal û aşkere ne. Di raporên mufettişan de jî ev yek hene. Di serdema qeyûm de Şaredarî ket 1 milyon û 100 hezar tl deyn. Di serdema me de tenê 400 hezar tl lêçûn ji bo çandê hatiye xerçkirn. Hemu pereyên ku me xerç kiriye ji bo xizmeta gel hatiye xerçkirin. Me tu sûc nekiriye. Em di encama biryara siyasî de hatin binçavkirin û derxistin dozgeriyê. Dixwazin pergala Hevserokatiye wekî sûc bidin nîşandan. Li cihe ku hişmendiya DAIŞ'ê hebe tenê rigarî pergala Hevserokatiye ye.    MA / Metin Yoksu