Hejmara kesên ji ber vîrûsê dimirin zêde dibin 2020-03-27 11:24:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên ji ber vîrûsa korona mirin derket 24 hezarî û hejmara kesên bi vîrûsê ketin 533 hezarî derbas kir. Tirkiye, bi hejmara mirovên bi vîrûsê kitin a zêde, di nava 15 welatan de cihê xwe girt.  Li tevahiya cîhanê hejmara kesên ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest dan ji 21 hezar û 302 kesan, gehişt 24 hezar 96 kesan. Hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî di nava 24 saetan de 60 hezarî derbas kir û ev hejmara gehişt 533 hezar û 229’an.    DYA’YÊ ÇÎNÊ DERBAS KIR    Li DYA’yê hejmara kesên bi vîrûsê ketin 81 hezar û 612’yan derbas kir. Bi vî awayî DYA’yê Çînê derbas kir û bû navenda şewba vîrûsê. Kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji destan da hezar û 301 kesî derbas kir.    TURKIYE: KET NAVA  15 WELAN DE   Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca, daneyên dawî yên der barê vîrûsa Koronayê de parve kirin. Koca, got: "Îro 7 hezar û 286 test hatine kirin. Ji vana di hezar û 196 kesan de vîrus hatiye tespîtkirin. 16 nexweşên me yên din jî jiyana xwe ji dest dan." Bi vî awayeî li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 75’an û hejmara kesên bi vîrûsê jî ketin derket 3 hezar û 629’an.    Bi vê re Tirkiye ket nava 15 welatên ku hejmara kesên bi vîrûsê ketine.  Rêyên Hewa yên Tirk (THY), di çarçoveya begiriyên li dijî vîrûsê de rêwitiyên xwe yên New Yorkê rawestandin.    ÎRAN: 2 HEZAR Û 234 KES MIRIN   Li Îranê, hejmara kesên bi vîrûsê ketin gehişt 29 hezar û 406’an. 2 hezar û 234 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.    ÎTALYA: BILANÇOYA HERÎ GIRAN   Li Îranê di nava 24 saetan de 662 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan. Li welat hejmara kesên mirin derket 8 hezar û 165 kesan. Hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî gehişt 80 hezar û 539 kesan.    ÎSPANYA: DI 24 SAETÊN DE 655 KES MIRIN    Li Îspanyayê, di nava 24 saetan de 655 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî hejmara kesên mirin derket 4 hezar û 89’an. Hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî gehişt 56 hezar û 188’an. OHAL’a ku li welat hat îlankirin, wê heya 29’ê Adarê bi dawî bibûya, lê heya 11’ê Nîsanê hat dîrêjkirin.    IRAQ: QEDEXE HAT DIRÊJKIRIN    Li Iraqê jî 382 kes bi vîrûsê ketin û 36 kesan jiyana xwe ji dest dan. Qedexeya derketina derve ya li welat 15 rojên din hat dirêjkirin.