Der barê rojnameger Guldem û Atlan de dest lêpirsine kirin 2017-12-19 11:05:24 AMED – Bi hinceta rojnameger Bîlal Guldem û Zuhal Atlan ji mêvanên bernameyên xwe pirsên têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pirs kirine bû sedema sûc. Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê li Guldem û Atlan lêpirsîn hat destpêkirin.  Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê rojnameger Bîlal Guldem û Zuhal Atlan de lêpirsîn hat destpêkirin û Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Amedê îfadeyê wan girt. Rojnameger Guldem bi boneya di bernameya Rojev a heftane ku di Stêrk TV de tê weşandin berê pêşkêş dikir lêpirsîn lê hat vekirin. Li Guldem bi hinceta têkîldarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji mêvanên xwe pirs kiriye û bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” lêpirsîn hat destpêkirin.  Li gel Guldem, lêpirsîn li mêvanên beşdarî benameyê bû Hevberdevkê Înîsiyatîfa Piştgiriya bi Zîndanan re li Mehmet Temîzyuz jî lêpirsîn destpêkirin.    GOTINA ‘RÊBERÊ PKK’Ê ABDULLAH OCALAN’ BÛ SÛC   Li aliyê din li rojnameger Zuhal Atlan a ku di Platforma 1HaberVar de bernameya Panorama Mor pêşkêş dike ji ber ku di bernameyê de di pirsa xwe de gotiye “Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan” bi îdiaya “Pesindana sûc û sûcdar” lêpirsîn hat destpêkirin.    Her wiha li mêvana Atlan, li Hevseroka Rêxistina DBP’ê ya Amedê Rûken Akça ku ji ber beşdarî bernameyê bûye jî lêpirsîn hat vekirin.