Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîn pêdiviya civakê temîn dikin 2020-03-27 11:00:52 TIL RIFAT - Vîrûsa corona li tevahiya cîhanê belav bû. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevdîrên xwe girtin û hewl didin vîrus derbasî axa wan nebe. Li Rojava komîn pêdiviyên civakê temîn dike û wan li malên wan diparêzin.  Vîrûsa Corona li tevahiya cîhanê kêlî bi kêli belav dibe. Li gorî daneyên dawî li cîhanê hêjmara kesên bi vîrûsa corona ketin gihişt 532 263 kesan. Hêjmara kesên bi vîrûsê mirin gihişt 24 090 kesan. Li Tirkiyeyê jî hêjmara kesê mirin gihişt 75 kesan. Hêjmara kesên bi vîrûsê ketin jî 3 hezar û 629 kesan. Li axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî vîrûs hêj nehatiye dîtin. Bi taybetî hêzên parastinê û Komînên bajêr û navçeyan ketine nava kar û ji bo destûr nedin vîrûs bê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel di malên wan de diparêzin û pêdiviyên wan bi xwe temîn dikin. Hem hêzên asayişê, hem komînên tax, navçe û bajêr tedbîr di asta herî jor de girtine. Li herêmê lepik, maske û amûrên parastinê li gel belav dikin. Komîn pêdiviyên civakê temîn dike û ji bo parastinê destûr nadin ku ji malên xwe derkevin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî di 23'ê Adarê de qedexeya derketina kolanan hat îlankirin, li herêmê dest bi xebatên paqijiyêkirin. Li aliyekî her derê dezenfekte dikin, li aliye din pêdiviyên gel ên sereke yên wekî xwarin û vexwarinê ji aliyên komînên taxan ve tên temînkirin. Hina her der girti ye û tenê cihên pêdiviyên sereke vekiri ye.    Li Herêma Şehbayê jî qedexeya kolanan hatiye îlankirin. Gel pêdiviyen xwe bi alîkarî û hevkariya komînan temîn dike. Li herêma Şahba bi sedhezaran welatiyên Efrînê dijîn. Komîn pêdiviyên welatiyan ên jiyanî temin dike û ji bo ewlehî û parastina li dijî vîrûsê destûr nadin welatî ji malên xwe derkevin.    Li herema Fafîn a Şehbayê kargeriya maskeyan hat avakirin û rojê 5 hezar maske hildiberine. Dîsa hilberina lepikan ji dest pê kir. Armanc dike ku ewil 100 hezar maske hilberine. Hat diyar kirin ku dê li gorî pêdiviyê ji bo kantonên Kobanê û Cizîrê jî hilberina maskeyan dest pêbikin.    Li aliyê din herema Til Rifat bê navber rastî êrîşên tang û topan ên Tirkiyeyê tên.      MA / Nazım Daştan