Di baxçeyê nexweşxanê de konê karantinayê vedan 2020-03-27 10:59:19   SEMSÛR - Di baxçeyê nexweşxaneya Kolik a ku 2 gundên wê kirin karantiyanê, konê karantînayê hatvedan.    Li gundê Bîldiyan a navçeya Kolik a Semsûrê, di kesekê de vîrûsa korona (Kovîd-19) hatibû tespîtkirin. Rayedaran li ser vê yekê herêm kirin karantînayê. Gundê Mulk ê nêzî gundê Bîldiyan jî girtin bin karantînayê. Di ketin û derketin her du gunda de jî kontrolên leşkerî hatin danîn. Li her du gundan jî remiya tenduristiyê hat kirin. Hat diyar kirin ku her gund dê heya 14 rojan bên îzolekirin.    Li aliyê din, balkêşe ku li baxçeyê nexweşxaneya dewletê ya navçeya Kolikê li dijî bûyerên vîrûsê konê karantînayê hat vedan.