Aborînas Sonmez: Çareserî parvekirina serwetê ye 2020-03-27 10:14:26 ENQERE - Di rojên dawî de di nava aborînasan de "Çapkirina pereyan" tê niqaşkirin. Têkildarî mijar û niqaşen dawî aborinas Mustafa Sonmez, diyar kir ku li Tirkiye hem qeyrana daxwaz û hem jî qeyrana pêşkirinê heye û wiha got: "Çareserî ne çapkirina pereyan e. Çareseri divê berî her tiştî pêdiviyên karker, kedkar û kesên serfxur bê pêşwazikirin. Divê berî her tiştî pêdiviyên mirovan ên sereke bên teminkirin. Çareserî parvekirina serwetê ye." Li Cîhanê hêjmara kesên bi vîrûsa corona ketin 500 hezar derbas kir. Hêjmara kesên bi vîrûsê ket gihişt 532 263 kesan. Hêjmara kesên bi vîrûsê mirin gihişt 24 090 kesan. Li Tirkiyeyê jî hêjmara kesê mirin gihişt 75 kesan. Hêjmara kesên bi vîrûsê ketin jî 3 hezar û 629 kesan. Ji ber vîrûsê betalî zêde bûn û gelek şirket hatin girtin. Ji ber jiyan rawestiya gelek welat di qadaaborî de têk çûn DYA ji bo rê li çareseriyê veke, li ser paketa aborî ya piştgiriya2 trilyon dolar  li hev kir. Ji bo kesên ketin malê xwe ji bo careke Hezar û 200 dolar, ji bo zarokan 500 dolar dê pere bide.    Dewleta firansa jî dê jibo şîrketan bi qasî 327 milyar dolar (300 milyar Euro) pereyê qredî bide. Ji bo kesên ji kar hatin derxistin jî 45 milyar Euro pere bide.    Tirkiye jî pakêta ku aboriyê ya 100 milyar TL butçe veqetand. Lê welatî ji vê pakêtê sûdê nagirin. Çavkaniya 100 milyar TL niha ne diyar e. Aborinas niha li ser vê mijarê niqaş dane destpêkirin. Hinek aborînas dixwazin Tirkiye pereyan çap bike. Hinek aborînas diyar dikin ku çapkirina pereyan ne çareerî ye.    Aborînas Mahfi Eğilmez diyar kir ku ger Tirkiye difikire serî li ÎMF'ê bide û fon bistîne, wê demê tenê çare çapkirina pereyane. Li ser vê yekê Aborînas Alaattin Aktaş jî got ger ku niha pere neyê çapkirin dê kengî pere bê çapkirin û piştgiri daye.     Têkildarî mijarê û qeyrana aborî ku Tirkiye dijî Aborînaz Mustafa Sönmez diyar kir ku çareserî ne çapkirina pereyan e û wiha got: "Li Tirkiye hem pirsgirêka daxwazê û hem jî pirsgirêka pêşkêşkirinê heye û wiha got: "Divê berî her tiştî pêdiviyên karker, kedkar, hilberiner û serfxuran bê temînkirin. Li Tirkiye hem qeyrana daxwazê û hem jî qeyrana pêşkêşiyê heye. Ên distinin jî û ên pêşkêş dkin jî di nava qeyranê de ne. Pirsgirêk ne rojane ye. Hirsgirêka enflasyonê ne girêdayî îro tenê ye. Divê berî her tiştî serweta heyî bê parvekirin. Kesên mal û milkê wan heye divê serweta xwe bidin kesên pêdiviya wan pê heye."