Astsûbayê Dîlek Kaya kuşt hat girtin 2020-03-27 09:26:02 AMED - Astsûbay Y.Ç. ê li navçeya Peyasê Dîlek Kaya kuşt hat  girtin.  Di malên TOKÎ yên navçeya Peyas a Amedê de, astsûbay Y.Ç. ê 29 salî ku di 8’emîn Fermandariya Bilin a Jet Dayikê de bi peywir bû di 22’yê Adarê de Dilek Kaya ya 35 salî kuşt û xwe birîndar kiribû. Y.Ç. ê li nexweşxanê dihat dermankirin, hat binçavkirin û polîsan ew birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr. Y.Ç. piştî lêpirsîna wî ya li miduriyeta polîsan bi dawî bû, duh bi şev sewqî edliyê hat kirin.    Bersûcê qatil Y.Ç. piştî îfadeyê hat girtin.