Ciwanan li dijî vîrûsa coronayê tora piştevaniyê ava kirin 2020-03-27 09:24:28 EDENE - Li Edeneyê ciwanên ku li ser medyaya civakî hatin cem hev, li dijî vîrûsa coronayê li 6 taxan toreke piştevaniyê ava kirin.  Li Edeneyê ciwanên ku li ser medyaya civakiyî hatin cem hev, li dijî vîrûsa coronayê (Covîd-19) toreke piştevaniyê ava kirin. Ciwanan li taxên Akkapi, Midik, Hadirli, Bey, Denîzlî û Şakîrpaşayê tora piştevaniyê ava kirin. Ciwanên di nav vê torê de cih digirin, wê lazmatiyên di warê zexîre û dermanan de peyda pêk bînin.   Çagla Cemalî, diyar kir ku li ser medyaya civakiyî xw ebi rêxistin kirine Cemalî, got: "Daxuyaniyên tên kirin gişt ji bo tevdîrgirtinê ne. Lê belê nabêjin wê çawa be. Helbet her kes tevdîrên xwe digire. Lê pir aşkere ye mesele tenê ne tevdîrgirtin e. Lê pêkanîna pêdiviyên mirovên 65 salî yên nikarin derkevin derve wê kî bike, nediyar e. Karkerên bi awayekî bê heq destûra wan hatiye dayîn wê çi bibe mala xwe, wê fatûreyên xwe çawa bibe. Ji bo vê daxuyaniyek jî nehatiye dayîn. Em pêlên heman behrê, kulîlkên heman darê ne. Gava tenduristiya cînarên me xirab be, em dizanin wê tevdîrên me jî bi kêr neyên. Ji bo em pev re ji derheqê vê pêvajoyê derkevin pêdivî bi piştevaniyê heye."    'EM Ê PEV RE BITÊKOŞIN'   Yûsûf Ûzel jî destnîşan kir ku karê wan ê ewil ew torên bi vî rengî li ser medyaya civakiyî berbelav bikin û got, bi vî awayî pêdiviyên mirovan tespt bikin û pêk bînin.    Ûzel, got: "Helbet em ciwan em ê tevdîrên xwe bigirin û ji bo ev çerx bigere em ê bi awayekî çalak tev bigerin. Em ê berên tên berhevkirin, bi piştgiirya keyayan û bi tespîtkirina şêniyên taxê bi awayekî organîzeyî belav bikin. Em ê pev re pêdiviyên xw epêk bînin û ji bo piştevaniyê tev bigerin. Em ê li dijî vê vîrusa dixwaz me bi tenê bihêle û li dijî rayedarên ku bi vî çavî nêzî vsursê dibe pev re bisekinin."    Ûzel, anî ziman ku îqtidarê piştgirî daye sermayeyê û got: "Di vê pêvajoyê de ketine etra qezenca fabrîkeyan. Em jî nizanin em ês ibê çawa bin. Lê belê ancax pev re, bi alîkarî û piştevaniyê em dikarin ji derheqê vê pêvajoyê derkevin. Em gazî ciwanên taxê gişan dikin ku tev li vê torê bibin."    MA / Hamdûllah Kesen