‘Bêyî ku cudakarî bê kirin divê girtî bên berdan’ 2020-03-27 09:22:43 AMED -  Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, diyar kir ku ji ber vîrûsa korona (kovîd-19) bêyî ku cudakarî bên kirin divê hemû girtî bên berdan.  Her roja diçe vîrûsa korona (Kovîd-19) belav dibe. Nêzî 300 hezar girtî û hikumxar di girtîgehên Tirkiyeyê de hene. Ji ber risk û talûkeya koronayê daxwaza berdana girtiyan tê kirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Remziye Tosûn, rewşa girtîgehan nirxand û diyar kir ku yek ji qadên herî bi rîsk ku bi gefa vîrûsê re rû bi rû girtîgehin. Tosûn, da zanîn ku roj berî rojekê zûtirîn divê girtî bên berdan û pêşiya vîrûsê bê girtin.   ‘HIKUMET MAFÊ JIYANÊ PIŞT GUH DIKE’   Tosûn, anî ziman ku di girtîgehên Tirkiyeyê de nêzî 300 hezar girtî hene û wiha axivî: “Ligel vê hejmara zêde ya girtiyan jî, li Tirkiyeyê bergiriyên girîng heya niha ji bo girtîgehan nehatine girtin. Ji bo ku mirov bijîn li tevahiya cîhanê seferberi hatiye îlankirin. Gelek welatan beyî ku cudakariyê bikin hemû girtî û hikumxar berdan. Niha hemû karmend û girtiyên di girtîgehan de dibin rîskeke mezin dene. Qanûna înfazê ya desthilatdariya AKP’ê tenê ji bo tacîzkar, tecawîzkar, qatil û kesên zirarê didin civakê hatiye amedekirin. Bi hezaran girtiyên ji derveyî vê qanûna înfazê mane hene. Ev nayê qebûl kirin. Bi hezaran girtiyên nexweş, jin, zarok, rojnameger, xwendekar û akademîsyên hene. Bi awayekê neheq di girtîgehan dene. Dibe ku her kêlî vîrûsa koronayê li girtîgehan belav bibe. Lê hikumet mafê jiyana mirovan pişt guh dike. Beyî ku cudakarî bê kirin divê demildest hemû girtî bên berdan. Lazime ku nêzikatiya girtî terkî mirinê kirinê ji holê bê rakirin.”   ‘PEWÎSTE ŞANDEYEK SERBIXWE GIRTÎGEHAN ZIYARET BIKE’   Tosûn, dest nîşan kir ku di girtîgehên Tirkiyeyê nêzî 600 pitikên bi talûkeya vîrûsa korona re rû bi rû ne hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Teqez divê Wezareta Dadê daxuyanî bide. Gelo heya niha di girtîgehan de test hatine kirin? Ku nehatibin kirin divê demildest bên kirin. Hemû malbatên girtiyan bi fikarin. Şert û mercên paqijiyê di girtîgehan de ne guncawin. Divê bergirî bên girtin û raya giştî jî derbarê vê de bê agahdar kirin.”