‘Qeyûm darbeya li dijî şaredarîvaniya civakparêz e' 2020-03-27 09:22:15   ÎZMÎR - Parlementera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, bertek nîşnaî tayinkirina qeyûman da û got: "Em ê van polîtîkayên dijminatiya kurdan dikin qebûl nekin."    Wezîrê Karên Navxweyî di 23'yê Adarê de qeyûm tayinî şaredariyên HDP'ê yên Êlih, Farqîn, Licê, Erzenî, Gêl, Norşîn, Xalfelî û Civanîkayê kirin. Parlementera HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, bertek nîşanî tayinkirina qeyûman da û got, Wezîrê Karên Naavxweyî ji bo tevdîrên şaredariyan ên li dijî vîrusa coronayê asteng bike qeyûm tayinî şaredariyên HDP'î kiriye.    Kemalbay, anî ziman ku li Tirkiyeyê bûne şahidên gelek tiştan û got, ji bo çareserkirina têkoşîna li dijî vîrusa coronayê û ji bo piştevaniyê gelek caran gazî bloka AKP-MHP'ê kirine. Kemalbay, got: "LI dijî vê şewbê diviya her kes dest bi dest tev bigeriyana, lê belê sibehekê gava em şiyar bûn me dît ku qeyûm tayinî şaredariya me ya Êlih, Licê, Erxenî û Gêlê hatiye kirin."    POLÎTÎKAYÊN DIJMINATIYA KURDAN DIKIN    Kemalbay, anî ziman ku şaredariyên HDP'î bi awayekî topyekûn li dijî vîrusê têdikoşin û got: "Hê çend roj berê jî şaredariyên me ji bo parastina tenduristiya gel xebatên xwe didan naskirin û ragihandibûn ew ê pêdiviyên gel pêk bînin. Lê belê rabûn qeyûm tayin kirin. Rejîma qesrê ji dêvla pêşî tenduristiya gel esas bigire, bekaya xwe esas girtiye. Di serdemeke wiha de ji bo xizmetên şaredariyên me yên ji bo gel asteng bikin û ji bo şaredariyên me krîmînalîze bikin ev tişt kirine. Ancax iqtıdara ku polîtîkayên dijminatiyê pêk tîne dikare vê yekê bike."    ‘ÎQTIDAR NE TENDURISTIYA GEL, SERMAYEYÊ DIPARÊZE'    Kemalbay, destnîşan kir ku demek dirêj e ku îqtidar dixwaze HDP'ê tasfiye bike û aştî û demokrasiyê krîmînalîze bike. Kemalbay, got: "Di serdemeke wiha de domandina polîtîkayên qeyûman mirovan heyr dihêle."    Kemalbay, anî ziman ku sedemeke tayinkirina qeyûman jî feraseta şaredarîvaniya gelparêz a HDP'ê ye.    Kemalbay, destnîşan kir ku ew ê van polîtîkayên dijminatiya kurdan dikin qebûl nekin û got: "Em bang li her kesî dikin ku li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin. Li dijî vê ferasetê pêdivî bi parastina vîna gel û tenduristiya gel heye."