'Ên tiryakê difiroşin tên berdan, lê zarokên me?' 2020-03-27 09:11:56 RIHA - Fîkriye Aydin ku kurê wê Huseyîn Aydin di Girtîgeha Edîrneyê de ye, diyar kir ku pêşnûmaya înfazê ya hatiye amadekirin divê ji bo kurê wê jî derbasdar be û got: "Kesên sûcê tecawuzê kirine û tiryakê difiroşin tên berdan. Lê çima zarokên me bernadin."  Li Tirkiyeyê jî her diçe vîrûsa coronayê berbelav dibe. Ji ber vê fikarên xizmên girtiyan zêde dibin. Her wiha xizmên girtiyan bertek nîşanî Pakêta Darazê ya 3'yan dan ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatiye kirin û xwestin rojek berî rojekê zarokên wan jî bên berdan.    'ÊN TIRYAKÊ DIFIROŞIN BERDIN, LÊ...'    Fîkriye Aydin ku kurê wê Huseyîn Aydin di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de ye û cezayê muebetê lê hatiye birîn, xwest kurê wê bê berdan. Aydin, bertek nîşanî pêşnûmaya înfazê ya hatiye amadekirin dan û bal kişand ser nexweşîna kurê xwe. Aydin, anî ziman ku astim bi kurê wê re heye û got: "Gava min di telefonê de pê re xeber da giriyam. Gava em nexweş diekvin em dikarin biçin nexweşxaneyê. Lê zarokên me? Ev nexweşîn ji bo he rkesî hatiye. Kesên tiryakê difiroşin û kesên sûcê tecawizê kirine berdidin. Lê çima zarokên me bernadin?"    Aydin, diyar kir ku kurê wê jê re gotiye hefteyeke serê wî diêşe û pir dikuxe û got: "Got, hevalê li cem wî jî nexweş e. Wan birine cem bijîşk, lê bêyî ku test bikin ew şandine. Kurê min ji wan re gotiye, 'dibe ku corona be?' Lê bijîşk gotoye, 'dibe corona be jî ne corona be jî.' Kurê min got, amûrên paqijiyê nadin wan. Îjar wê di vê nexweşînê de kurê min çi bike? Em dûrî wan in, destê me nagihîje wan. Gava nexweş diekvin hûn emcbûr in wan dibin nexweşxaneyê. Bira kurê min test bikin û bira hîn bibin ka ev nexweşîn pê re heye ya na."    Bav Halîl Aydin jî got: "Destê min nagihê wî. Divê bê tedawîkirin. An kurê min berdin an jî wî tedawî bikin. Ji bo zarokên me çi hewce be em amade ne. Ma em îro nekin em ê kengî bikin?"